DFG’ê bersiv da Walitiya Rihayê: Tu biryar nikare pêşî li nivîsandina rastiyan bigire 2023-02-09 17:07:26   AMED - DFG’ya ku bersiva Walîtiya Rihayê ya îdia kir ku rojnamevan ji ber “qertên çapemeniyê yên sexte” bikaranîne hatine binçavkirin da û wiha got: “Esas kesên bêûsûliyê dikin Walîtî û polîsên bi hinceta Rewşa Awarte nehiştin rojnameger bixebitin e.”   Bi Rewşa Awarte (OHAL) a desthilatê piştî erdehejên li Dîlok û Mereşê çêbûn îlan kir, xebatên rojnamevanan ên li qadan tên astengkirin. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî astengkirina rojnamevanan daxuyanî da. DFG’ê bersiva daxuyaniya Walîtiya Rihayê ya têkildarî rojnamevanên hatin binçavkirin da, destnîşan kir ku rojnamevan dê di her şert û merci de karên xwe bidomînin.    ‘YA BÊÛSÛLÛYÊ DIKE WALÎTÎ YE’   Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Erdhejên navenda wan Dîlok û Mereş bûn, bûn sedem ku li 10 bajaran hilweşîneke mezin pêk bê. Rojnamevanên ji kêliya ewil ve çûn bajarên ku ji erdhejê bandor bûne û tiştên qewimîne ji rayagiştî re radigihînin bi hinceta OHAL’a hatiye îlankirin tên astengkirin û binçavkirin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mahmût Altintaş û nûçegihana JINNEWS’ê Sema Çaglak k udu li navçeya Bêrecûk a Rihayê kavil dikişandin hatin binçavkirin. Li Amedê jî Mehmet Guleş û kesê dilxwaz ku pê re hevpeyvîn dikir hatin binçavkirin. Îcraeta ewil a desthilatê ku qaşo ji bo mexdûrên erdhejê OHAL îlan kir bû astengkirina rojnamevanan. Walîtiyê jî ji bo kesên li Rihayê hatin binçavkirin, ragihand ku ji ber ‘qertê çapemeniyê yê sexte’ bikaranîne hatine binçavkirin. Divê careke din bê diyarkirin ku ne Walîtî ne jî Serokatiya Ragihandinê nikare biryarê bide ka kî rojnamevan e. Esas kesên bêûsûliyê dikin Walîtî û polîsên bi hinceta Rewşa Awarte nehiştin rojnameger bixebitin e. Em ê di her şert merci de bixebitin û heqîqetê derxînin holê. Tu biryar û astengkirin nikare pêşiyê li ber pîşeya me bigire. Ji bo parastina mafê agahî girtinê yê gel em ê li qadan bin.”