Hejmara miriyên erdheja Mereşê ji hejmara miriyên erdheja Marmarayê derbas bû 2023-02-09 19:04:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara qurbaniyên di erdheja ku navenda wê Mereş e, ji hejmara qurbaniyên erdheja Marmarayê derbas bû.    Erdheja ku navenda wê Mereş e roja çaremîn li pey xwe dihêle. Her ku diçe bîlançoya miriyan û birîndar giran dibe. Li Mereş, Dîlok, Semsûr, Meletî, Riha, Amed, Hatay, Osmaniye, Edene û Kil^îsê bî hezaran kes dî bîn kavîlan de lî benda rîzgakîrînê ne û her ku dîçe hejmara qurbanîyan zêde dibe.    Herî dawî Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hejmara mirî û birîndaran parve kir. Erdogan daxuyand ku hejmara miriyan gihîştiye 16 hezar 170 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 64 hezar û 194 kesan.    Di heman erdhejê de li Sûriyeyê jî heta niha 3 hezar û 162 kesan canê xwe ji dest daye û 5 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.    Hejmara qurbaniyên li bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê gihîşt 19 hezar û 332 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 69 hezar û 429 kesan.    Bîlançoya erdheja li bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê ji bîlançoya erdheja Maramarayê ya di 17’ê Tebaxa 1999'an de çêbûbû derbas kir.    Li herêma Maramarayê bi pileya 7.4 erdhej pêk hatibû û li gorî raporên fermî 17 hezar û 480 kesan canê xwe ji dest daye. 23 hezar û 781 kes jî birîndar bûne.