Biryara OHAL’ê li Meclisê hate qebûlkirin 2023-02-09 19:08:48   ENQERE - OHAL’a ku wê 3 mehan li 10 bajarên ku erdhej lê bi bandor bû derbasdar be, ji aliyê Meclisê ve hate qebûlkirin û kete meriyetê.   Piştî erdhejên bi dijwariya 7,7 û 7,6 pileyî ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li 10 bajaran çêbû, Serokkomarê AKP’î Erdogan ji bo 3 mehan li 10 bajaran Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir. Biryara OHAL’ê li Lijneya Giştî ya Meclisê hate nîqaşkirin.    Serokwekîlê Koma Partiya ÎYÎ Musavvat Dervîşoglû diyar kir ku berpirsyarê vê tabloya biêş rêveberiya dewletê û kêmasiya cemaweriyê ye û wiha got: “Di rewşa niha de hewcehî ne bi OHAL’ê bi rêveberiya afetê heye.”   ‘OHAL’A KU CAN XELASNEKIRINE WÊ ÇI XELAS BIKE?’   Bulent Tezcan ê li ser navê CHP’ê axivî, diyar kir ku di Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê de hemû hêz li Serokkomartiyê de hatine komkirin û wiha got: “Sibeya erdhejê pêkan bû ku herêma afetê were îlankirin lê nebû. Roja sêşemê herêma afetê hate îlankirin. Pişt re OHAL hate îlankirin. OHAL’a ku canê welatiyên me winda kirin xelas neke wê çi xelas bike? Hûn çima vê rayeyê dixwazin ev bê organîzayonî wê helwesta bêserûber wê çawa bê penasekirin. Ji bo ku leşker bişînin hewcehî bi OHAL’ê nîne. Bi qanûnên heyî hûn dikarin her tiştî bikin. Rayeya ku OHAL bide we sînordarkirina maf û azadiyên bingehîn e.”   ‘OHAL PARASTINA ACIZBÛNÊ YE’   Mûharrem Erkek ê CHP’î jî ev tişt gotin: “Ji bo ku hûn OHAL’ê îlan bikin tu hincetên we yên mafdar nînin. Hûn di vê pergalê de çi dixwazin bikin û nikarin bikin? Bi biryara Serokkomariyê tişta hûn nikarin bikin çi ye? Hemû raye di destê we de ye lê hûn tên ji Meclisê OHAL’ê dixwazin. Ev parastina acizbûneke mezin e.”   OHAL tevî îtîraza partiyên muxalefetê hate qebûlkirin û kete meriyetê.