Ji sedî 80 Nûrdagiyê hilweşiyaye 2023-02-09 19:34:56     DÎLOK - Dîlxwazê AFAD’ê ku li navçeya Nûrdagiyê tev li xebatên rizgakirinê bûye got: “Em dereng man. Armanca me ew e ku em cenazeyan yek parçe derxin.”    Li navçeya Nûrdagiyê ya Dîlokê xebatên lêgerînê û rizgarkirinê didomin. Her ku diçe ji kesên di bin kavilan de ne hêvî tê birîn. Xebatên rizgarkirinê her çiqas tê kirin jî lê têr nake. Xebatên lêgerînê yên li taxên Yenî û Fatîhê bi dawî bûn. Hê jî li navçeyê gelek avahî hene ku lêgerîn lê nehatiye kirin.    Tê gotin ji sedî 80’ê navçeyê hilweşiyeye û tune bûye. Avahiyên mane jî xesarên giran dîtine. Welatiyên li ber kavilan disekinin jî li benda xeberek xêrê ne.    ‘HEKE SAX DERKEVIN JÎ MÛCÎZE YE’   Dilxwazê AFAD’ê E.Y. ku tev li xebatên rizgarkirinê bûye diyar kir ku armanca wan ew e ku cenazeyan yek parçe ji bin kavilan derxin û got: “Jixwe li navçeyê xebatên lêgerînê dereng dest pê kirin. Em roja sêyemîn hatin. Saetên krîtîk 72 saet derbas bûn. Heke êdî mirov sax bên derxistin jî mûcîze ye.”    XWIŞK Û 4 XWARZIYÊ WÎ DI BIN KAVILAN DE NE   A.Ç. diyar kir ku 20 sal in ew li navçeyê rûdinê û xwişka wî û 4 heb xwarziyên wî di bin kavilan de ne û heke ew cenazeyên xwe derxin dê terka navçeyê bikin.    MA / Bêrîvan Kûtlû