Semsûrî: Em bi piştevaniya gelê xwe li ser piyan dimînin 2023-02-09 19:47:08   SEMSÛR - Welatiyên ku Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Semsûra di erdhejê de nêzî hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan serdana wan kir, diyar kirin ku li bajêr dewlet nîne û anîn ziman ku bi xwarin û vexwarina gel ji wan re tîne li piyan dimînin.    Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, parlamenterê HDP’ê yê Êlihêw Necdet Îpekyuz û parlamenterê Amedê Garo Paylan li Semsûra di erdhejê de nêzî hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 hezaran kes jî birîndar bûn serdana welatiyan kirin.     ‘QEYÛM LI CEM GEL NÎNIN’    Beştaş a derbarê geşedanên dawî yên li Semsûrê qewimîn agahî girtin, bal kişand ser şaredariyên bi polîtîkayên qeyûm hatine xespkirin û wiha got: “Şaredariyan bi temamî ji bo ranta xwe bikartÎnin. Qeyûm gavê naavêjin, piştgiriyê nadin û li cem gel nasekinin. Ji ber ku haya wan ji gel nîne. Ji ber ku êşên di dilê gel de hîs nakin, hestên piştevaniyê yên gel nabînin.”   BANG LI ‘BÊ WIJDANAN KIR’   Beştaş, bang li desthilatê kir ku qeyûma paş ve bikişînin û wiha berdewam kir: “Qeyûmên xwe paş ve bikişînin. Bila hevşaredarên me bên ser peywîra xwe. Niha pêdivî bi şaredarên gel, endamên meclisa şaredariyan û piştevaniyê heye. Li vir nan, av, ceyran û ragihandin nîne. Gelemperî înternet birine. Ji vê mezintir karesatek dibe? Banga ji van bêwijdanan û zilmkaran e.”   ‘DEWLET NÎNE’   Welatiyekî ku bi Meral Daniş Beştaşê re axivî diyar kir ku li avahiyekê 20 kes hebûn ji wan 20 kesan 14 bi hewldanên xwe derxistine. Welatiyê ku got “Li Semsûrê dewlet nîne” anî ziman ku bi xwarin û vexwarinên welatiyên li Rihayê anîne li ser piyane. Welatiyên din ên anîn ziman ku dewlet nehatiye jî bertek nîşanî rewşê dan.    Beştaş, bertek nîşanî astengkirina alîkariyên tên û anî ziman ku wê bi piştevaniya bi welatiyan vê rewşê derbas bikin.    MIROV DI BIN ENKAZÊ DE NE    Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdûllah Koç yê bi rojane li Semsûrê bi welatiyan re ye jî da zanîn ku welatî bi piştevaniyeke cidî xwedî li xwe xwedî derketine. Koç, da zanîn ku bi hezaran mirov di bin kavilan de ne û wiha axivî: “Duh em li navçeyan geriyan. Cenazeyên mirovan derdiketin. Nexweşxane niha bê bandor bûne naxebitin. Bijîşkên wê derê di bin konan de tenê pansûmanê dikin.”   MA / Rukiye Adiguzel