KNK: Dem dema hevgirtin û alîkariya neteweyî ye 2023-02-09 19:50:22   NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê banga seferberiya neteweyî kir û got: “Em bang li hemû gelê Kurdistanê, Kurdistaniyên li derveyî welat û dostên kurdan dikin ku di nava seferberiyê de bin û bi ruhê neteweyî û bi hestên mirovahiyê, alîkariya mexdûrên erdhejê bikin."   Rêveberiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK’ê têkîldarê erdheja li Kurdistanê daxuyaniyek weşand û banga seferberiya neteweyî kir.   Di daxuyaniya KNK’ê de wiha hat gotin:   “Karesata li Bakur û rojavaya Kurdistanê çêbûyî li ber çavaye. Heta niha hejmara kesên jiyana xwe dest dayî gihiştiye derdorê 20 hezar kesan, lê bi deh hezaran kes jî di bin kavilan de ne. Hejmara birîndaran jî nêzî sed hezar kesî ye. Bi sed hezaran zêdetir xanî û avahî hilweşiyaye û bi milyonan mirov mexdûr in û pêwîstiya wan bi her cureyê alîkarîyê heye.  Desthilatdariya gendel û fesad a AKP-MHP’ê û rejîma Beas ya Esat, di wextê xwe de tedbîr negirtin û bi kiryarên xwe yên xirab, ji vê kareseta mezin berpirsyar in. Van rejîman piştî erdhejê jî weke tê xwestin mudaxele nekirin û li piranîya deveran gel bi serê xwe ma. Heta niha jî alîkarî negihiştiye gelek deveran. Mexdûrên erdhejê bi awayeke lezgîn alîkariyê ji me dixwazin. Em dikarin bi alîkariya xwe mexdûran li ser piya bihêlin û êşa wan kêm bikin.  Bi vê wesîleyê, Bakur-Başûr-Rojhilat-Rojva em bang li hemû gelê Kurdistanê, Kurdistaniyên li derveyî welat û dostên Kurdan dikin ku, di nava seferberiyê de bin û bi ruhê neteweyî û bi hestên mirovahiyê, alîkariya mexdûrên erdhejê bikin. Dem dema piştgiriya neteweyî,  xwedîderketin û alîkariyê ye!”