Li Amedê cenazeyên 5 kesên din hatin derxistin 2023-02-09 19:57:56 AMED - Li Apartmana Akar a 9 qatî ku di kolana 482’yemîn de li ser Cadeya Emek a navçeya Rezanê hilweşiya yek ji pitik 3 kes li Apartmana Işxak a heman navçeyê jî cenazeyê 2 kesan hatin derxistin.    Li Apartmana Akar (di nav gel de Hîsamî tê gotin) a 9 qatî ku di kolana 482’yemîn de li ser Cadeya Emek a navçeya Rezana Amedê hilweşiya yek ji pitik cenazeyên 3 kesan hatin derxistin. Di apartmana ku tê fikirîn 130 kes di bin kavil de ne di saetên serê sibê kesek hate derxistin.    Li Apartmana Işik a ji 32 daîreyan pêk tê û 8 qatî ye ku li ser cadeya Sento ya navçeya Rezanê ye jî cenazeyê 2 kesan hate derxistin.