Tûnç Soyer: Dewlet nîne gel bi tena serê xwe ye 2023-02-09 21:03:47   ÎZMÎR - Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer çû serdana herêmên erdhejê û wiha got: “Devlet li holê nîne. Gel bi tena serê xwe ye.” Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tunç Soyer çû serdana herêmên erdhejê. Di vê çarçoveyê de Soyer li herêmên Mereş, Bazarcix, Semsûr, Riha, Edene, Îskenderûn, Antakya, Samandag, Defne, Arsuz û Osmaniyeyê geriya. Soyer, li Eywana Sporê ya Fuar Îzmîr û Kulturpark Celal Atîk ku alîkarî lê tên komkirin têkildarî çavdêriyên xwe axivî. 'LI HATAYÊ DEWLET TUNE YE’ Soyer, da zanîn ku karesateke mezin heye û wiha got: “Ev erdhej belkî sed qet ji erdheja Îzmîrê mezintir e. Ne av, ne ceyran, ne gaza xwezayî û ne jî nan heye. Pirsgirêkeke mezin a organîzasyonê heye. Bi taybet jî me li Hatayê dewlet nedît. Ne polîs û ne jî leşker, AFAD û hwd. hebûn. Gelek dereng man. Xebat didomin lê bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Kesên ne di bin kavilan de jî divê jiyana xwe bidomînin lê nikarin bidomînin. Tî ne, birçî ne, bêav in û div ê sermayê de pir bi tenê ne. Ji berku dewlet tune ye. Me li wir welatiyên wisa dîtin ku di van sê rojan de tenê şorbeyek vexwarîne. Dayikên ku ji bo zarokên xwe yên 2 salî ji ava berfê mama çêdikin, zarokên nexweş lê nikarin bibin nexweşxaneyê hene. Bi rastî jî drameke mezin heye. Em çi bikin jî kêm dimîne. Hewcehî bi piştevaniyeke demdirêj heye.”