Gundên Nûrdagiyê bûne kavil: Ka AFAD, ka dewlet? 2023-02-09 21:31:45   DÎLOK - Gundên Nûrdagiyê bûne kavil. Yek ji şêniyên Keferdîzliyê Hasan Yerebakmaz wiha bertek nîşan dide: “Navê AFAD’ê jê re dibêjin, wê demê ka AFAD? Dibêjin dewlet, ka dewlet?” Xebatkarê tenduristiyê ku li gundê Keferdîz ê Nûrdagi ya Dîlokê dixebitiya û nexwest navê xwe bide, got ku rûxîna li herêmê ji texmînan pir wêdetir e. Xebatkarê tenduristiyê da zanîn ku NAvenda Tenduristiya Malbatê ya lê dixebitin êdî nema dikare were bikaranîn û li herêmê nikarin xwe bigihînin gelek gundan. Bi domdarî got ku ji gundên nekarîne biçinê, agahiyên mirinan bo wan hatine û diyar kir ku divê tavilê alîkarî bigihije van gundan. Ji welatiyên Keferdîzê Hasan Yerebakmaz jî diyar kir ku heta niha tenê çendek kon hatine belavkirin û ev tişt anî ziman: “Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê jî nayên kirin. Jê re dibêjin AFAD, kanê  AFAD? Jê re dibêjin dewlet, kanê dewlet? Hemû xebat me bi xwe kirin. Tu alîkarî bo me nehatin. Heta AFAD’ê li kavilan jî nenihêrt. Dibêjin; ‘AFAD alîkariyê dide.’ Lê derew e. Ne kon hene ne tiştekî din. Heta niha jî cenazeyên me di bin kavilan de ne. Min cenazeyê dayika xwe û birayê xwe bi destên xwe derxistin. Kesekî alîkarî neda me. Gund bi ser guhê wan ve nÎnin. Bila alîkariyê bidin gundan.” GUND TERKÎ QEDERA XWE HATINE KIRIN Rewşa taxên Naîmler, Hocalar, Încîrlî û Sakarat ên girêdayî Nûrdagiyê û li gundê Bayramgazî yê Mereşê jî pir xerab e. Hema hema tevahiya gundan tune bûne. Gundiyên ku em pê re diaxivin, dibêjin ku tu xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatine kirin û terkî qedera xwe hatine kirin. Şêniyan destnîşan kir ku AFAD li hemû gundan kon belav nekirine û tev li xebatan nebûye. Gundiyan, got ku ji bo alîkariyê serî li keyayan û navendên navçeyan dane lê ji wan re tenê alîkariya xurek hatiye kirin. Şêniyên gund gotin ku hewcehiya wan pir zêde bi betanî û konan hene. MA / Berîvan Kutlu