Me cara ewil dîmenên gundên Bazarcixê girtin: 156 kesan jiyana xwe ji dest da 2023-02-09 21:33:40   MEREŞ – Li 3 gundên Bazarcixa Mereşê ku MA’yê cara ewil dîmenên wan girt, herî kêm 156 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gundan ku merasîma cenazeyan bi awayekî giştî tê kirin, zêmar olan didin û gotina “Min dostê xwe yê qedîm winda kir keko” vê êşa bêtarîf xulase dike.   Li navenda erdheja Bazarcixa Mereşê, her diçe rewş xirabtir dibe. Li navenda bajêr û bajarokên wê, hema bibêje tu avahî nemaye ku zirar nedîtiye û me ji erdheja ewil, ji 6’ê Sibatê heya niha, dîmenên ew gundên ku xeber ji wan nedihat girtin kişandin û guh li gundiyan kir. Ji ber rê ji wesayîtan xalî nedibû, em ancax piştî çend saetan ji nava bajêr derketin û çûn gundên Buyuknacar Kocadere, Buyuknacar Fatîh û Buyuknacar Merkezê.   BI SEDAN KES LI DERVE NE   Gava em nêzî gund bûn, welatiyên di ber me re derbas dibûn, diyar kirin ku ew ji bin kavilan xelas bûne. Hin welatiyên ku di vê sir û seqemê de dimeşiyan, anîn ziman ku li cihekî digerin xwe lê bihêwirin û gotin ku lê hê jî bi sedan malbat hene ku kon bi dest wan neketine.   GORÊN GIŞTÎ   Piştî çend deqeyan komeke qelebalix xuya kir. Em pê hesiyan ku ev qelebalix kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi awayekî komî veşartine. Gava em nêzî qelebalixê dibûn zêmarên zarok û jinan hîn bêtir olan didan. Her wiha çend kemçe jî tim dixebitîn û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane gor çêdikirin.   Gava em ketin nava goristanê, em bi dîmeneke dijwar re rû bir û man. Me dît ku ji bo nêzî 80 kesî gor hatine vekirin û hin kes jî hatine definkirin.  Welatiyên ku di nava heriyê de mabûn, mirovên jiyana xwe ji dest dabûn yeko yeko defin dikirin. Her ku kesên din ava kefan û betaniyan de dihatin definkirin, zêmar jî bêtir olan didan. Din av van kesan de pitikên 3-5 mehî jî hebûn. Kesên ku hêsir ji çavên wan dibariya, gava xizmên xwe hemêz dikirin dest bi zêmaran dikirin. Piştî definkirina çend cenazeyan, di qaseyên qamyonan de hin cenazeyên dihatin.   Ciwanekî ku gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dane, ragihand ku nêzî 200 kesî jiyana xwe ji dest dane û hê xwe negihandine hin kesên di bin kavilan de. Ciwan ragihand ku hê jî pêwendî bi hin gundan re nayê danîn û ji bo pitikên bi kefenan pêçayî defin bike ji cem me diçe.   ‘MIN DOSTÊ XWE YÊ QEDÎM WINDA KIR KEKO’   Gundiyên li têketina goristanê, diyar kirin ku dê hin cenazeyên din jî bên û dixwazin kemçe li dawiy goristanê jî hin deran bikolin. Zarokên ku hê jî tirsa erdhejê li ser wan e, ji ser gorên dê û bavên xwe ne. Zarokekî ku dît em ji cihekî bilind dîmenan digirin, nêzî me bû êşa kul ê peyda bûye bi van gotinan anî zimên: “Min dostê xwe yê qedîm winda kir keko. Li vir tê definkirin.” Zarokê ku peyv di qirikê de asê man, li nav goran mêze dike bê ka hin nas û hevalên wî yên din hene yan na.   Em ji ser gorê diçin, ber bi gundê Buyuknacar Merkezê ve bir ê ketin. Gava em nêzî gund bûn, me dît ku hemû xanî ji ber erdhejê texrîb bûne û hin jê jî hilweşiyane. Li têketina gund keyayê gund Uzeyîr Karabûlak û çend kesan em pêşwazî kirin.   ‘KARESAT BÛ’   Keyayê gund ku ji bêxewî û cebirandina birînan ji hal ketibû, behsa tiştên hatine serê gundan kir. Keya got: “Me dojehê dît. Erdhejeke wisa bû ku erd ji binî de hejiya. Yanî ax verişiya.”   46 WINDA   Keyayö gund Karabûlak ragihand ku 130 xanî li gundê wan hebûne û piştî erdhejê tenê 10-12 gund li ser pêyan mane û got ku xaniyên serobino bûne jî 31 in. Karabûlak da zanîn ku li navenda gund 31 kesî jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî li mezra Mehmet Akîf Ersoyê ya gund jiyana xwe ji dest dane. Karabûlak da zanîn ku hê jî nizanin bê çend heywan di bin kavilan de mane.     2-3 XANÎ LI SER PÊYAN MANE   Karabûlak bilêv kir ku xaniyên wan ketine halek ku êdî niakrin lê bimînin û got ku rewşa gundê Fatîhê ku 80 mal lê ne, xirabtir e. Karabûlak got ku li heman gundî herî kêm 60 kesî jiyana xwe ji dest daye.   REWŞA DAWÎ YA KOCADEDEYÊ   Karabûlak ragihand ku li gundê Kocadereyê jî 40-50 kesî jiyana xwe ji dest daye û got ku xaniyên bikerpîç ên li vî gundî hemû hilweşiyane. Karabûlak destnîşan kir ku tenê 10 xaniyên beton li gund mane.     ROJA ERDHEJÊ RÊ HATIN GIRTIN   Karabûlak ku got “Ez jî di nav de em hemû diqilqilin” ji bo roja erdhej çêbû ev tişt gotin: “Me bi xwe 22 kes derxistin. Wê kêliyê bager hebû rê girtî bûn. Kevirên mezin ketibûn rêyan. Makîne nikaribûn bên. 8 kes di bin kavilan de mabûn. Herî dawş me îro jî kesek derxist. Em bi definkirina cenazeyên xwe re eleqedar dibin.”   PÊDIVIYÊN SEREKE   Karabûlak diyar kir ku pêdiviya wan a sereke kon in û got: “Ji lew re cihekî ku em lê bimînin tune ye. Înşeleh rojek berî rojekê dê ew jî bên. Pêdiviya me ya sereke kon in. Dewlet û miletê me zexîre û kinc şandin.”   AFAD HAT LÊ…   Piştî keya me bi welatiyên li ser kavilan re jî xeber da. Mehmet Horal ragihand ku ew jî di bin kavilan de maye û got: “AFAD hat, lê tiştek nekir. Gotin, ‘makîneyên kar lazim in, tiştekî bi destan bê kirin tune ye.’” Gundiyên ku me hevdîtin bi wan re kirî ragihandin ku li her sê gundan herî kêm 156 kesî jiyana xwe ji dest daye.   MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok