Demîrtaş ji bo mezinkirina piştevaniyê bang kir 2023-02-09 21:52:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş banga piştevaniyê kir û wiha got: “Divê niha bi koordînasyoneke bilez û bibandor re xwe bigihînin her kavilê, her mexdûrekî erdhejê.” Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî erdhejê û piştevaniyê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Parvekirina Demîrtaş wiha ye: “Piştevaniya ji bo rizgarkirina welatiyan gelek girîn e û divê bidome. Niha divê bi koordînasyoneke bilez û bibandor, xwe bigihînin her kavil û mexdûrên erdhejê. Ji her deverê ji bo herêmên erdhejê alîkarî diçe. Vaye em ev in. Êş giran e lê piştevanî mezin e. Ji kerema xwe wiha bidomînin. Pirsînsa hesabê ya ji berpirsyaran karê piştre ye, niha dem dema rizgarkirina mirovan e.”