Nûçegihanê me Guleş û dilxwazê erdhejê hatin berdan 2023-02-09 21:53:05       AMED - Nûçegihanê me Mehmet Guleş ku bi tevî dilxwazê erdhejê ve li Amedê bi îdiaya “belavkirina agahiyên şaş” hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mehmet Guleş li ber avilê avahiya Işik a li Rezana Amedê kêliya ku bi dilxwazê erdhejê Mehmet Nûrî Guzel re hevpeyvîn dikir, Guleş û Guzel ji aliyê polîsan ve duh hatibûn binçavkirin. Li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfadeyên Guleş û Guzel bi îdiaya “Gel texrîkî kîndarî û dijminatiyê dikin” hatin tawanbarkirin. Piştî îfadeya li emniyetê Guleş û Guzel îro birin Dadgeha Amedê û dozger bi îdiaya navborî îfadeyê wan girt.    Dozgeriyê bi heman tawanbariyê ango îdiayê bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Amedê kir. Dadgehê û dozger îdia kirin ku Guleş û Guzel “agahiyên şaş li nav xelkê belav dikin.” Dadgehê bi şertê kontrola edlî ku her roj Guleş û Guzel biçin qereqolê îmze bidin û qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.