Hatîmogûllari: Li Îskenderûn, Antakya û Samandagiyê rûxîneke mezin heye 2023-02-09 22:44:42   HATAY - Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari ku li Hatayê dixebite diyar kir ku tîmên lêgerîn-rizgarkirinê bi rojan nehatine bajar û wiha got: “Bi taybet jî li Îskenderûn, Antakya û Samandagiyê hilweşîneke mezin heye.” Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Hatayê berdewam in. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari di kêliyên ewil ên erdhejê re berê xwe da bajarê xwe Hatayê û tev li xebatan bû. Hatîmogûllari da zanîn ku demekî kin piştî erdhejê çû Hatayê û ev tişt anî ziman: “Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê bi rojan piştre hatin. Bi taybet jî Îskenderûn, Antakya û Samandagi pir hilweşiyane.” 'JI BIN KAVILAN DENG TÊN’ Hatîmogûllari da zanîn ku bi hezaran kes niha di bin kavilan de ne û wiha bi dawî kir: “Xizmên wan jî bêçare ne. Nêzikatiyeke cuda li hemberî Hatayê heye. Me ji bo xetereya erdhejê ya li ser Hatayê pêşnûmepirsek dabû Meclisê. Me xwestibû ku tavilê tevdîr bên girtin. Lê li tu tevdîr nehatin girtin. Tevî ewqas dem ser re derbas bûye jî heta niha tu koordînasyonek nehatiye avakirin. Me bi koordînasyoneke ji înîsiyatîfa sivîl-dilxwazan ava kir. Em hewl didin alîkariyên tên bi mexdûran re parve bikin. Tevî ku bi ser re roj jî derbas bûn lê hêj jî dengê mirovan ji bin kavilan tê. Heke destwerdaneke baş were kirin dê li Hatayê gelek kes bên rizgarkirin.”