15'ê Sibatê wê sibê li Silêmaniyê bê şermezarkirin 2023-02-09 23:16:49 NÛÇEYAN - Li bajaroka Tekye ya girêdayî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê dê sibê komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê şermezarkirin.  Li bajaroka Tekye ya girêdayî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê wê 15’ê Sibatê Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin bi meşeke girseyî bê şermezarkirin. Komîteya Amadekar a Çalakiyan ji bo meşa ku dê saet 19.00’an de dest pê bike gelê Tekyeyê vexwend meşê.