Li Osmaniye, Kilîs û Rihayê xebat bi dawî bûn 2023-02-10 01:54:02   OSMANIYE - Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Osmaniye, Kilîs û Rihayê bi dawî bûn û da zanîn ku têkildarî 12 avahiyên li Edeneyê hilweşiyan lêpirsîna “îxmalê” hatiye destpêkirin.    Li Osmaniyeya ku ji erdheja li Mereşê çêbûyî bi bandor bû xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja çaremîn de berdewam kirin. Du bloken avahiyên 8 qat ên Sîteya Metîn Tamer ên li Taxa Adnan Menderes hilweşiyan. Di kavilê avahiyê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin. Di xebatên îro tîman destpêkirin de piştî erdhejê 88 saetan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin. Di xebatên piştî 88 saetan de Mûrat Babaoglû sax hate xelaskirin. Babaoglû, ji aliyê tîman ve ji kavilan hate derxistin. Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay di daxuyaniya ku dayî de wiha got: “Xebatên xelaskirin û rizgarkirinê yên li Osmaniye, Kilîs û Rihayê bi dawî bûn.”   LÊPIRSÎNA ÎXMALÊ    Li Edeneya ku ji erdheja li Mereşê çêbû bi bandor bû 12 avahî hilweşiyan. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê têkildarî van avahiyan ji ber sûcê “îxmalê” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de wê bê lêkolînkirin ku ka qolonên avahiyan li gorî rêziknameya înşaetê ne an na. Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Mehmet Buyukekşî da zanîn ku wê maçên vê sezonê neleyizîn.