ROJEVA 10’Ê SIBATA 2023’YAN 2023-02-10 09:00:24     * Xebatên lêgerînê yên li navçeya Elbistan a Mereşê ku hilweşîneke mezin lê çêbûye, pir hêdî pêş dikevin. Welatiyên ku di erdhejê de rizgar bûn wiha dibêjin: “Cenazeyên me bidin me. Êdî cenazeyên me ji binê wan kavilan derxînin.”    * Parêzer Serhat Eren têkildarî xebatên Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê agahî dan û bal kişand ser bêfonksiyoniya şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin û îktîdarê. Eren, got ku di nava sê rojên ewil de tevî pêkhateyên xwe 219 TIR û 140 kamyonên alîkariyê dane mexdûrên erdhejê.    * Endezyarê Jeofîzîkê Erdal Şahan diyar kir ku venihêrînek li ser avahiyan nehatiye kirin û wiha got: “Heke avahî li gorî rêziknameya erdhejê ya di halê hazir de jî bihatina çêkirin, dê bi vî awayî mîna peksîmetê ne tebiqîbûna.”    * Sazî û rêxistinên Botanê anîn ziman ku ragihandina OHAL'ê pêşîgirtina li banga alikariyê ye û gotin: "Ji bo kêmasiyên xwe yên heyî veşêre OHAL îlan kir. Dev ji OHAL'ê berdin û van herêman wekî herêmên karesatê îlan bikin.   * Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li bajarên Dîlok, Semsûr, Mereş, Meletî, Hatay û Amedê berdewam in.    * Erdheja navend Mereş pênc roj li pey xwe hişt. Hevseroka Giştî ya HJDP’ê Pervîn Buldan û şandeya pê re dê derbasî Mereşê bibe û lêkolînan bike.    * Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê rapora xwe ya 4 rojên erdhejê li avahiya DTSO’yê ragihîne. (12.30)