Di erdhejê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-02-10 09:02:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay da zanîn ku hejmara welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 17 hezar û 674 kesan.    Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay da zanîn ku di roja dawî de 121 kes hatine rizgarkirin. Oktay diyar kir ku heta niha 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dane û 72 hezar û 879 kes jî birîndar bûne.    'XEBATÊN LI KÎLÎS Û RIHAYÊ XELAS BÛN’    Bi domdarî Oktay diyar kir ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Kîlîs û Rihayê bi dawî bûne û wiha got: “29 hezar û 622 tîmên lêgerîn-rizgarkirinê li qadê ne. Ji tîman 6 hezar û 479 jê ji welatên cuda ne.”