'Bi Rewşa Awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin' 2023-02-10 09:38:26   ŞIRNEX - Sazî û rêxistinên Botanê anîn ziman ku ragihandina OHAL'ê pêşîgirtina li banga alikariyê ye û gotin: "Ji bo kêmasiyên xwe yên heyî veşêre OHAL îlan kir. Dev ji OHAL'ê berdin û van herêman wekî herêmên karesatê îlan bikin."    Li navçeya Bazarcixa Mereşê di 6’ê sibatê de bi pileya 7.7 û 7.6 du erdhej çêbûn. Ji vê erdhêjê 9 bajarên din bandor bûn. Heta niha bi hezaran kesên ku di bin kavilên malan de man jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji wan jî 5 roj in di bin kavilan de li benda alikariyê ne. Desthilata AKP-MHP'ê ku di warê alikariyê de ketiye rewşeke sosret. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî erdheja li Kurdistanê piştî 34 saetan derket pêşberî kamerayan û Rewşa Awarte (OHAL) li her 10 bajarên ku erdhêj lê çêbû ragihand. Li gel ragihandina Rewşa Awarte li gelek bajaran alikariya ku ber bi herêmên erdhêjê ve çû hat astengkirin. Li Kurdistanê ku ji bo piştevaniya mexdûran seferberî hatiye îlankirin, alîkarî didom in. Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Botanê bertek nîşanî ragihandina OHAL'ê dan û gotin ku desthilat di bin erdhêjê de maye.    'PÊŞIYA ALIKARIYÊ VEKIN'   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Abdullah Gungen, diyar kir ku îlankirina OHAL'ê astengkirina alikariyane û wiha axivî: " Em bi hevre rojên giran derbas dikin. Li tevî vê jî şûna ku em bêtir ji herêmên erdhêjî çêbûye alîkariyê bikin OHAL hate ragihandin. Ev biryar mirovî dike nava fikaran de. Divê ku dewlet pêşiya alikariyê veke, pêşiya çapemeniyê veke. Ji bo alikarî dayinê tişta pêwîst ev e. Ji bo ku gel bi hêsanî xwe bikarabibe bigihîne mexdûrên erdhêjê ev pêwîste. Lê mixabin li gel îlankirina OHAL'ê gel dixe nav fikaran. Em vê helwesta dewletê rexne dikin. Divê dewlet xwe bigîhine her derê. Lê mixabin di rewşeke wiha de mexdûr tênê tên hiştin. Di van 20 salan de desthilata AKP-MHP'ê li şûna ku biçin di nava gel de, pêşiya çapemeniyê veke, pêşiya gel veke digire. Di van 20 salan de tenê berjewendiyên xwe parastin. Ji bo gel tiştek nekirin. Di vê pêvajoyê de careke din xuya bû ku tifaqiya gel ancax dikare gel rizgar bike. Botan di nav piştevaniyê de ye û seferber bûye. Me ruhê seferberiyê ava kiriye û heta niha 10 TIR me şandin. Di nava gel de komuneke mezin çêbûye û em vê digihîjîne gelê xwe. Em ê xebatên xwe û piştevaniya xwe bidomînin."    'BI OHAL'Ê DIXWAZIN KÊMASIYÊN XWE VEŞÊRIN'   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zekî Îrmez jî bi lêv kir ku desthilat AKP-MHP'ê di bin kavilên erdhêjiyê de ma û wiha got: "Kareseteke gelek mezin li ser gelê me çêbû. Di vê erdhêjiyê de careke din xuya bû ku dewletê heta niha bi tu awayî tedbîr nestandine. Dewletê hemû derfet û hêza xwe bi saziyên xwe ve ji bo şer dixebitine. Beriya vê erdhêjiya pisporan hişyarî kir û gotin ku ew li benda erdhêjiyê ne. Ji aliyê van pisporan ve hişyariyên gelek girîng jî hatin kirin. Lê mixabin desthilatdariya AKP-MHP'ê bi tu awayî tevbîr nestandin. Bi ser ev qas kêmasiyên xwe re OHAL îlan kir. Ji ber çi îlan kir? Ji bo ku kêmasiyên xwe yên heyî veşêre OHAL îlan kir. Bi OHAL'ê xwestin ku van kêmasiyên xwe veşêrin. Ji bo ku kesek van kêmasiyên wan ji gel re parve neke û dernekeve holê OHAL îlan kir. Ev tê wê wateyê ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di bin vê erdhejiy de maye. Gel kareseteke mezin dît. Lê gel bi piştgiriya gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê dê bi ser xwe bê. Hewce bû ku desthilatdariya AKP-MHP'ê banga tifaqiyê bikira, bangawaziya piştevaniyê bikira. Lê astengiya derdixine. Çapemeniyê hedef nîşan dide. Êdî tu tişt destê desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê nayê. Ji ber wê divê ku em bi xwe birînên xwe bipêçin û piştevaniya xwe mezintir bikin."    'LI ŞÛNA OHAL'Ê KARASATÊ ÎLAN BIKIN'   Rêveberê Egitîm-Senê Adnan Şenbayram anî ziman ku divê demildest li cihên ku erdhêjî çêbûye wekî herêmên karasetê bê îlankirin û got: "Em hemû ji erdhejê bandor bûn. Em difikirin ku em çawa bikaribin alîkariyê bikin. Di dema ku em li ser alîkariyê dixebitin, mixabin di qonaxa niha de, em dibînin ku hikûmet yekser rewş veguherandiye qezenc û rant. Hikûmetê çi kir? Rewşa Awarte ragihand. Şûna ku alîkarî bihata şandin, hikûmetê hewl da ku alîkariyê asteng bike. Me berê jî gelek caran gotibû, divê tedbîrên erdhejê bên girtin. Tirkiye welatekî erdhejê ye. Divê hûn avahiyên li dijî erdhejê ava bikin. Lê mixabin li Hatay, Mereş, Osmaniye, Semsûr, Amed, Meletî, Riha û gelek bajarên din avahiyên erdhejê nehatin çêkirin. Û bi mîlyonan mirov ji wê bandor bûne. Tiştê ku ketibû ser desthilatdariyê ne ragihandina rewşa awarte bû, birêxistinkirina alikariyê bû. Yekem tişta ku ew kesên ku hukumetê bi rê ve dibirin, weke her carê, ragihandina rewşa awarte bû. Em dibêjin herêmên ku erdhej lê zerar dîtine bila weke herêmên karesatê bên ragihandin, ne Rewşa Awarte, bila alîkariyên lezgîn werin, kî çi ji destê wan tê bila bihêlin ku alikariyê bikin. Gel vê ji me hêvî dike. Dev ji Rewşa Awarte berdin û van  herêman karesatê îlan bikin."