Li Semsûrê hê jî avahiyên hilweşiyayî li şûna xwe ne 2023-02-10 10:11:37   SEMSÛR - Li bajarê Semsûrê ji ber erdhejê karesatek mezin çêbûye û 5 roj in xelk bi derfetê xwe xebatê rizgarkirinê di bin kavilan de bi rê ve dibe.    Li bajarê Semsûrê erdhejê li pey xwe xesarek mezin hiştiye. Xelkê bajêr 5 roj in bi tenê hatiye hiştin û xwe bi xwe xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi rê ve dibe. Li taxa Yenî ya bajêr jî xesarek mezin çêbûye. Nasîre Kapçak a li taxa Yenî rûdinê diyar kir ku tu tiştek wan nemaye û şêniyên taxê yên di bin kavilan de mane gelek ji wan jiyana xwe ji dest dane. Kapçak da zanîn ku li gel 5 roj di ser erdhejê re derbas bûye jî tu rayedarek nehatiye taxa wan û wiha got: “5 roj derbas bûn. Dibêjin li Semsûrê tiştek nebûye. Yên ku wextê reyan derî bi derî digerin, lê îro hûn li ku ne? Semsûr hilweşiyeye. Wêran bûye. Werin alîkariyê bikin. Xwişka min, hevjînê xwe û zarokek xwe 2 salî 5 roj in di bin di bin kavilan de ne. Em bi hewldanên xwe dixwazin wan rizgar bikin. Yên ku hatine alîkariyê hemûı gel e. Heta niha personelek dewletê jî nehatiye.”