TBB’ê giliyê kes û saziyên berpirsiyar kir 2023-02-10 10:34:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê têkildarî bi hezaran avahiyên hilweşiyane kes û saziyên berpirsiyar rêz kir û giliyê wan kir.    Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) têkildarî avahiyên di erdhejê de hilweşiyayî derbarê muteahîtan û yên projeyê erê kirine û wezîfedarên îdarî ku kontrolêk neanîne, gilî kir. TTB’ê di daxwaznameya xwe ya gilîkirinê de xwest ku berpirsiyarên werin tespîtkirin divê bi tawanbariya “Kuştina bi qestî” û “xemsariya kuştina bi qestî” werin darizandin.     TBB’ê di daxwaznameya xwe de navê kes û saziyên berpirsiyar rêz kirin û xwest demildest derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. TBB’ê da zanîn ku ji bo ew pêvajoya hiqûqî ji nêz ve bişopînin dê komîsyonek ava bikin.