HDP’ê 219 TIR û 140 kamyonên erzakan gihandin mexdûrên erdhejê 2023-02-10 10:40:45   AMED - Parêzer Serhat Eren ku derbarê xebatên Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê de agahî da diyar kir ku di 3 rojên destpêkê de wan 219 TIR, 140 kamyon erzak gihandine mexdûrên erdhejê û 70 kamyon ji bo şandinê amade ne û bi endam û dilxwazan re bi sedan kes 24 saetan li qadê bênavber dixebitin.    Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku piştî erdheja bi pileya 7,7 û 7,6 a navenda wê Bazarcixa Mereşê hat avakirin, ji bo piştgiriya stargeh û xwarinê ya ji bo Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê seferber bû. Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ku li bajarên erdhej çêbûyî tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bû, nêzî 70’ê tîmên xwe yên tenduristiyê bi awayekî çalak li qadê ne.    Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Mafên Hiqûq û Mirovan Berpirsyar parêzer Serhat Eren, têkildarî xebatên li Navenda Koordînasyona Krîzê hatine meşandin agahî parvekirin.     ENDAM Û RÊVEBER DI BIN KAVILAN DE NE   Eren diyar kir ku di sibeya 6’ê sibata ku erdhej çêbûyî de ketine nava liv û tevgerê û anî ziman ku li hemû bajaran erdhejeke dijwar çêbûye û li navçeyan navendan ragihandinê yên krîzê avakirine. Eren di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ne tenê me navendên koordînasyonê yên krîzê ava kir, rêveber û endamên hemû rêxistinên me yên navçe û navendên Herêma Anatoliya Navîn û Egeyê şandin Hatayê û hemû rêveberên me yên navend û navçeyan ên li herêma Serhatê jî ji bo li Meletiyê li qadê bixebitin hatin şandin. Rêveber û endamên rêxistinên me yên bajar û navçeyan ên Botan û Amedê ji bo ku piranî li Dîlok û Mereşê bixebitin li qadên hilweşiyayî hatin wezîfedarkirin. Dîsa rêveber û endamên me yên di gelek rêxistinên cuda yên bajaran de li bajarên ku erdhej lê çêbûyî hatin peywirdarkirin.”   GELEK DILXWAZAN SERLÊDAN KIRIN   Eren, da zanîn ku gelek ji rêveberên wan yên navend û navçeyan li qadên erdhejê bi awayekî çalak dixebitin û wiha berdewam kir: “Li Meletiyê 32, li Semsûrê 40, li Dîlokê 50 li Hatayê 20  û  li Mereşê jî 37 endam û rêveberên me bi awayekî çalak dixebitin. Ev rêveber li navendên koordînasyonên krîzê yên me li navend û navçeyên ji ber erdhejê zerar dîtine ava kirine dixebitin û di belavkirina alîkariyên însanî yên ji qadê tên de cih digirin. Di heman demê de hevalên me û endam û rêveberên rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo welatiyên di bin kavilan de bên derxistin û alîkariyên tên koordine bikin jî xebatan dimeşînin. Gelek welatiyên me jî ji bo li qadên erdhejê di nav xebatan de cih bigirin serî li navendên me yên koordînasyonê didin.”   TORA DILXWAZAN LI QADÊ YE   Eren, da zanîn ku wan li gorî pêdiviyên li herêmê dixwazên serî li navendên wan ên koordînasyonê krîzê dane peywîrdar kirine û wiha got: “Li Meletiyê 150, li Meletiyê û navçeyên wê 146, li Semsûr û navçeyên wê 160, li Dîlokê 70, li Hatayê jî 70 dilxwaz bi awayekî çalak li qadê dixebitin. Tevî ku li Amed û Rihayê erdhej çêbûye jî piştgiriya li herêmên din dikin.”   ŞAREDARIYÊN HDP’Î LI HERÊMA ERDHEJÊ NE   Eren, da zanîn ku di sê rojên ewil de 219 TIR û 140 kamyon erzak gihandinê herêmên lê erdhej çêbûyî û anî ziman ku alîkarî bi awayekî koordîneyî gihandine bajar, navçe û gundên mexdûrên erhejê lê heyî. Eren da xuyakirin ku 70 kamyonên malzemeyên alîkariya însanî hildigirin niha amade ne biçin herêmên erdhejê û got: “Makîneyên kar yên li stokên 6 şaredariyên me yên qeyûm tayîn nekirine qeydkirîne, li herêmên ji erdhejê bandor bûne dixebitin. Şaredariyên me jî li Meletî, Semsûr, Elbîstan û Bazarcixê xwarinên germ belav dikin.”   Eren, destnîşan kir ku ew li qadên hilweşiyayî bi gelek pisporên teknîkî û makîneyên înşaetê re dixebitin û nêzî 70 personelên tenduristiyê jî tevlî xebatan dibin û da zanîn ku ew li 4 bajaran bi 160 tupên tîpê pîşesaziyê û pêdiviyên benzînê û mazotê pêşwazî dikin.   ‘DESTHILAT DI BIN KAVILÊ DE YE’   Eren, anî ziman ku desthilatê nekarî pêvajoyê bi rê ve bibe û derket holê ku bêçare ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê bê zanîn ku em bi rastiya ku desthilat û dewlet li qadê nîne re rûbirû ne.”