Ji objektîfa MA’yê wêneyên erdhejê 2023-02-10 10:44:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanên me yên li herêmên erdhejê wêneyên her kêliya karesatê girtin û dijwarî û mexdûriyeta karesatê raxistin ber çavan.    Erdheja ku navenda wê Bazarcixa Mereşê ye û bandorê li ser 10 bajaran kir, di roja 5’emîn de berdewam dike. Karesata mezin ku li 10 bajaran çêbû, mexdûriyet û hilweşandinek mezin li pey xwe hişt. Nûçegihanên me yên li bajar ango herêmên erdhejê wêneyên her kêliya karesatê girtin. Wêneyên balkêş û matmayî ketin ber objektîfa nûçegihanên me. Wêneyên ku ji aliyê nûçegihanên me ve hatine girtin, me li jêrê ji bo we temaşevan û xwîneran rêz kiriye: