Li Islehiyeyê li şûna rizgarkirinê xebatên rakirina kavilan tên kirin 2023-02-10 10:45:19   DÎLOK - Di encama erdheja Mereşê de nîviya avahiyên Islehiyeyê hilweşiyan. Ji duh ve makîneyên kar ketin navçeyê û li şûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, xebatên rakirina kavilan tên meşandin.    Yek ji deverên herî zêde ji erdheja Mereşê bibandor bûyî jî navçeya Islehiya ya Dîlokê ye. Her çend ku dereng jî be, tîmên hatine navçeyê xebatên xwe didomînin. Lê hêjta li ser gelek kavilan xebat nehatine destpêkirin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan li navçeyê lêkolîn kir. Orhan, da zanîn ku tîmên lêgerîn-rizgarkirinê piştî 24 saetan hatine navçeyê û makîneyên kar ji xebatên lêgerîn-rizgarkirinê zêdetir, xebatên rakirina kavilan dikin.    PIŞTÎ 24 SAETAN 1-2 MAKÎNEYÊN KAR HATIN   Orhan, destnîşan kir ku gelemperiya avahiyên Islehiyeyê hilweşiyane û wiha got: “Komên lêgerîn-rizgarkirinê pir dereng hatin navçeyê. Bi ser erdhejê re 24 saet derbas bûbûn ku yek-du tîmên lêgerîn-rizgarkirinê hatin navçeyê. Ji duh ve xebat hinek zêde bûn. Bêyî ku bi hêviya ku mirov dibe ku hêj sax bin, bi makîneyên kar dikevin ser kavilan û bi vî awayî hewl didin xwe bigihînin cenazeyan. Heta îro jî zarokek ji vir sax hate derxistin. Xebat bi baldarî nayên kirin. Îxtîmala ku dibe sax be nafikirin û bi feraseta ‘teqez mirîne’ nêz dibin. Li gorî agahiyên ber destê me, zêdetirî 800 cenaze hatine derxistin.”    'BI SEDAN AVAHÎ HILWEŞIYANE’    Muazzez Orhan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêj niha jî bi sedan avahiyên bûne kavil hene. Ev 4 roj in em digerin. Hêj gelek avahî hene ku qet nêz jî nebûne. Li wir tu lêkolîn nehatine kirin. Ji hêla din ve jî di nava 3 rojan de tu alîkarî bi gel re nehatibûn kirin. Heta pêdiviya wan a av û nan jî nehatibû pêşwazîkirin. Li navçeyê hêjta kaosek heye û mijara koordînasyonê pirsgirêkeke mezin e. Em nikarin ji rayedaran agahiyan bigirin. Muxatab tune ne. Êdî her kes li gorî xwe xebatan dike. Mirov li benda agahiyeke ji xizmên xwe yên di bin kavilan de ne. Mixabin windahî pir in, hilweşîn pir mezin e.”    MA / Mujdat Can