Li Amedê dayikek û kurê wê piştî 101 saetan hatin rizgarkirin 2023-02-10 10:46:19   AMED - Li Amedê dayikek û kurê wê piştî 101 saetan ji bin kavilên Apartmana Akar (Hîsamî) hatin rizgarkirin.    Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdheja Mereşê bibandor bûyî jî Amed e. Di encama erdhejê de Apartmana Akar (Hîsamî) ya li ser Kolana 482’yan a li ser Cadeya Cengîzler a Taxa Mevlana Halît a navçeya Rezanê hilweşiya bû. Dayika bi navê Sebahat Varli û kurê wê yê 10 salî Serhat Varli piştî 101 saetan ji bin kavilên avahî bi saxî hatin derxistin. Dayik û kurê wê piştî destwerdana ewilî, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.    Tê payîn ku dema avahî hilweşiyayî 130 kes di bin kavilên avahî de bûn û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomin.