Girtiyan kincên zivistanê ji mexdûrên erdhejê re şandin 2023-02-10 11:06:58   ÎZMÎR - Girtiyên di Girtîgeha Kiriklar a Hejmara 2 a Tîpa F'yê, ji bo piştevaniyê kincên xwe yên zivistanê ji mexdrûên erdhejê re şandin. Girtiyan got: "Em Hîlala Zêrîn ji nû ve ava bikin."    Girtiyên di Girtîgeha Kiriklar a Hejmara 2 a Tîpa F'yê de ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bikin, bi rêya malbatên xwe sersaxiyê xwestin û ji bo birîndaran şîfayê xwestin û kincên xwe yên zivistanê şandin.    'BERPIRS DESTHILAT E'   Peyama girtiyan bi vî rengî ye: "Di sibeha 6'ê Sibatê de, di dengê ewil de dilê me qerisî. Ji Hatayê heta Amedê, li Hîlala Zêrîn, bi sedhezaran mirov di bin kavilên avahiyan de ne. Kêleka me ya çepê wekî kêrekê ye. Em baş dizanin ku tu eleqeya vê bi qederê û hovîtiya xwezayê re tune ye. Em dizanin ku berpirsê vê desthilat e ku hilberîn û aborî di desta de ye. Em dizanin ku monopolên leşkerî kiryarên vê qirkirina civakê ne. Hindik maye ku em van kiryarên ku civakê anîne ber qirkirinê û li Hîlala Zêrîn xwezayê qir dikin, bavêjin ser sergoyê dîrokê. Em ji bo bîranîna windayên xwe, Hîlal Zêrîn ji nû ve ava bikin. Tekane rêya bibîranîna wan ev e. Em tevahiya êşa xwe bikin xerca vê yekê. Lê beriya her tiştî em ji bo alîkarî û piştevaniyê bang li gelê xwe, dostên xwe û malbatên xwe dikin. Em li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ji bo yekîtiya gelan bang dikin. Êşa gelê me êşa me ye, em sersaxiyê û şîfayê dixwazin."