Li Semsûrê cenazeyan bi betaniyan dipêçin û bi komî tên definkirin 2023-02-10 11:14:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Semsûrê ku ji ber erdhejê hilweşîneke pir mezin çêbûye, ev sê roj in cenazeyên ji bin kavilan tên derxistin bi betaniyan tên pêçandin û bi komî tên definkirin.    Dîmenên ji Semsûrê tên, nîşan didin bê ka li Semsûrê bandoreke çiqas giran a erdhejê lê bûye. Di 2 dîmenên gihaştin ber destê Ajansa Mezopotamyayê (MA) de tê dîtin ku cenaze bi awayekî komî tên definkirin.    Operatorê kemçeyê ku ji Silopiyayê bi dilxwazî çûye Semsûrê, du vîdeoyên goristana ku qurbaniyên erdhejê lê hatine definkirin parve kir. Di dîmenê ewil de gorek bi kemçeyê hatiye vekirin û 10 cenazeyên bi betaniyeyan hatin pêçandin, li rex hev hatine rêzkirin.    Di dîmenê duyemîn de jî gelek gorên ku bi ser hatiye girtin xuya dike. Kêlek danîne ser van goran û li ser wan tenê reqemek hatiye nivîsandin.    BI CILÊN WAN TÊN DEFINKIRIN   Operatorê kemçeyê ku dîmen ji ajansa me re şandin, wiha dibêje: “Du roj berê em 7 kes hatin vê derê. Em weke operatorên kemçeyê li vê derê ne. Tu kes li ser van makîneyên li vir nîne. Ne AFAD, ne cendirme û ne jî kesekê din. Ji roja em hatin heta niha cenazeyan derdixînin û defin dikin. Psîkolojiya me xerab bû. Ez êdî nekarim li ber xwe bidim. Cenazeyan derdixînin, hêjta cilên wan li ser bi betaniyeyan tên pêçandin û veşartin. Li vir tu kes nema ye. Hemûyan jiyana xwe ji dest dane. Yên tên derxistin kî ne, yên tên veşartin kî ne, tu kes nizane.”    AFAD’Ê DAXIYANÎ DABÛ    AFAD’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji bo di mijara tespîtkirina nasnameyan û xizmetên definkirinê de koordîneyek hebe, bi Wezareta Dadê û Wezareta Karên Hundir re koordînasyonek ava kirine û di 7’ê sibata 2023’yan de ji hemû walîtî û saziyên re ferman hatiye şandin. Di vê biryarê de hatibû gotin ku cenazeyên nasnameya wan nehatine tespîtkirin dê heta 24 saetan bên sekinandin, piştre mînakên DNA û şopa tiliyê were girtin, wêneyên wan bên kişandin û herî dawî bên bên definkirin. s