Dewlet di bin xerabeyan de ji bo pereyê bankayê seferber bû! 2023-02-10 12:07:01   AMED – Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên Amedê didomin. Hemû sazî û dezgehên dewletê ji bo pereyê Akbankê ji bin xerabeyan derxînin seferber bûn. Li qada ku Navenda Koordînasyona Mobîl a AFAD’ê lê hatiye avakirin, tîmên xebatê bi awayê 3 vardiyayan û bi dehan wesayîtan dixebitin û hewl didin xwe bigihînin qaseya pereyan.    Di encama erdheja Mereşê de li Amedê gelek avahî rûxiyan û tevahiya sazî û dezgehên dewletê yên li bajar ji bo derxistina kaseya perayan a Akbankê ya girêdayî Sabanci Holdîngê ku di bin xerabeyên Apartmana Serîn 2 (Cengîzler) a li Semta Tesîsler a navçeya Rezan a Amedê de mane, seferber bûn. Karesat û Lêgerîn û Rizgarkirina Rewşa Lezgîn (AFAD), Lêgerîn û Rizgarkirin a Polîsan (PAK),  Lêgerîn û Rizgarkirin a Cendirmeyan (JAK), bi deha tîmên parastina sivîl a girêdayî şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de, xebatkarên şîrketên taybet û dilxwazên Weqfa Alîkariyê ya Maf û Azadiyên Însanî (ÎHH) li ser kavilên avahî xebateke mezin dikin û hewl didin xwe bigihînin qaseya pereyan a bankayê.    XEBATA BI VARDIYA    Di encama xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li ser kavilên avahiyên Galeria, Işiklar, Akar (Hîsamî), Sozel, Yoldaş û Serîn 2 (Cengîzler) de heta niha 242 cenaze hatine derxistin, 901 birîndar hatine rizgarkirin. Ji bilî Apartmana Serîn, gelemperî li ser kavilên avahiyên din kesên dilxwaz û hejmareke pir kêm a tîman dixebitin. Lê li ser kavilên Apartmana Serîn 2 ku Akbank jî tê de bû, bi dehan tîm bi awayekî vardiyayî dixebitin. Her 8 saetan tîmek xebatê dewrî tîma din dike û xebat 24 saetan bênavber tên domandin.    LI QADÊ KOORDÎNASYONA AFAD’Ê HATIYE AVAKIRIN    Li qada banka lê ye, wesayîta karavan a Navenda Koordînasyona Mobîl a aydê Serokatiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) a Wezareta Karên Hundir hate bicihkirin. Tevahiya xebatên li qadê ji hêla vê Navenda Koordînasyona Mobîl ve tên birêvebirin.    BI DEHAN MAKÎNEYÊN KAR SEFERBER BÛN   Di her vardiyayê de herî kêm 7 tîm, 2 vînç, 3 kemçe, 3 ekskavator, 2 JSB, 4 kamyonên xefriyatê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin rêveberiya qeyûm de, ji bo şikandina betonê hilltî û ji bo birîna hesin jî spîral hatin tespîtkirin.     XEBAT BI LEZ Û BEZ PÊŞ DIKEVIN    Li gorî kavilên avahiyên din, li vê derê tevdîrên ewlehiyê pir zêdetir in. Di bin kavilên Apartmana Serîn 2 de zêdetir xebat li hêla Şaxa Akbankê lê ye tên kirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li aliyê pêş jî pir hêdî pêş dikevin.