Rewşa Arsûzê: Li vir herî zêde wesayîtên cenazeyan hene 2023-02-10 12:07:34   AMED - Di dîmenên navçeya Arsûzê ya Hatayê de ku ji aliyê dilxwazan ve hatine girtin, tê gotin: "Ne AFAD ne AKÛT heye. Li vir herî zêde tîmên rizgarkirinê yên cendirmeyan û wesayîtên cenazeyan hene."    Di dîmenên navçeya Arsûzê ya Hatayê de ku dilxwazekî lêgerîn û rizgarkirinê ji ajansa me re şandine, rûxandina ji ber erdhejê bi her awayî li ber çavan e.    Dilxwaz diyar kiriye ku Arsûz navçeyeke biçûk e û ew niha li kafeyekê dimînin û dibêje: "Mixabin li vir qadên kombûnê tune ne. Kon tune ne. Me nedîtiye ku tu alîkarî hatine şandin. Em nizanin bê hejmarên fermî çi ne. Li vir derfetên telefon û înternetê jî pir kêm in. Mirov li vê kafeyê ceryanê peyde dikin. Li vir hê jî erdhejok didomin."    NE AFAD NE JÎ AKÛT HEYE!    Di dîmenan de ku di roja duduyan a erdhejê de hatine kişandin, der barê hemû qadan de agahî tên belavkirin. Di dîmenan de wiha tê gotin: "Niha em li Arsûzê li ber saziya xwînê ya Kizilayê ne. Ev der qadeke pir fireh e, dikarin li vir qada kombûnê çêbikin. Em berê çûbûn qadeke hîn firehtir ku hinekî li wêde ye. Lê ew der ne guncan bû, ji xeynî herî, çirav û beqan tiştek tune bû. Duh êvarî di xebata rizgarkirina xebatkara Kîng Dîor Otêlê Çîgdemê de şaredar û qeymeqam li vir bûn. Em jî wê kêliyê li wir bûn û me dît bê Çîgdem çawa hat rizgarkirin. Kesek hat rizgarkirin. Jixwe avahiyeke 5 qatî hilweşiyabû. 4 qatên wê li ser pêyan mabûn û ew jin ji qata herî binî hat derxistin. Cendirme hatibûn ji bo rizgarkirinê. Ne AFAD ne AKÛT û ne jî tu wesayît li ber çavên me neketin. Ên ji bo rizgarkirinê tên amûrên wan ên taybet hene. Niha diviyabû li qadeke fireh kon bihatana danîn. Niha li qadên cuda hene.    24 SAET DERBAS BÛ AFAD XUYA NAKE   Ev der Otêla Arsûzê ye, hilweşiyaye. Li vir xizmekî me Mehmet Alî Kiliç hebû. Em di saetên ewil ên erdhejê de hatin vir. Lê ji ber ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tune bûn, me li ser hev serdana vir kir. Mixabin dihat gotin ku di hundir de jineke extiyar û refeqatvana wê hene. Xeber ji wan jî nehat girtin. Otêla ARsûzê pir nêzî meydana vir e, li hêla kelehê jî gelek avahî hilweşiyane. Em ê wan dîmenan belav bikin. Cihê Marketa Munîrê û Marketa Gazîantepê. Marketa Munîrê, di heman demê de ji 4 kesên li wir yek jê bavê malbatê ye. Di dema erdhejê de xwe di paceyê re davêje û xelas dibe, lê di hundir de dayikek û du zarok hene. Xebatên ji bo rizgarkirian wan didomin. Dîsa jî ne AFAD, ne AKÛT tu tîmên rizgarkirinê tune ne. Niha li vir herî zêde tîmên rizgarkirinê yên cendirmeyan û wesayîtên cenazeyan hene. Cendirmeyan tenê kesa di bin kavilên otêla Dîor Kîngê de xelas kiribûn. Xebat didomin. Îro roja duduyan a erdhejê ye, êdî 24 saeta qediyan.   ŞERÎDA EWLEHIYÊ TUNE YE   Ev de rjî hêla din a marketê ye. Hindik maye li ser piştê bikeve. Li vê kuçeyê dikaneke bi navê Tumlukaya jî hebû. Hat gotin dayikek û xizmek wê mirine. Ev de rjî çarşiya wê ye, avahiyên lir vir ber bid erve ve xwar bûne, hilweşiyane û çûnhatien wesayîtan jî didome. Li vê kuçeyê hê jî şerîdeke ewlehiyê nehatiye kişandin. Li hemberî wê jî avahiyên xwarbûyî hene ye. Cihekî talûke ye, divê wesayît neçin û neyên."    Dilxwaz di berdewama dîmenê de dibêje li Arsûzê nan jî bi destê mirovan nakeve û ji roja erdhej çêbûye heya niha li vir nan nayê çêkirin.