Mexdûrên li Elbistanê ji bo neqerisin koç dikin 2023-02-10 12:26:34   MEREŞ - Xelkê Elbistanê ku di bin sifrê 15 pileyê sermayê de dijîn ji ber pirsgirêka wan a bicihkirinê nehat çareserkirin, ji bo neqerisin ji navçeyê koç dikin.    Li Elbistanê bi hezaran kes bi pirsgirêkên bicihkirinê û xwegermkirinê re rûbirû mane. Mexdûrên erdhejê ji ber sermaye neçar dimînin ku ji navçeyê koç bikin. Tevî ku 5 roj bi ser erdhejê re derbas bûye jî lê cihek ku mexdûr lê bimînin nehatiye peydakirin û amadekirin. Mexdûrên erdhejê serî li Cemxaneya Elbistanê dan û xwestin biçin bajarên cuda. Cemxaneyê û karsazên hestyar ketin nava hewldanan û otobüs anîn navçeyê û mexdûran şandin bajar û navçeyên aram. Mexdûrên erdhejê wiha gotin: “Ji bo em neqerisin û nemirin, divê em biçin cihekî aramtir.”    KONÊN VALA    Li aliyê din hin konên ku AFAD’ê li welatiyan belav kiriye jî hundirê wan vala mane. Her çiqas kon hatibin belavkirin jî lê ji ber sermayê kes nikare lê bimîne û hewl didin bi vêxistina agir xwe germ bikin.    MA / Adnan Bîlen