Kenanoglû: Qeder e, qismet e bila kes çîrokan nevebêje 2023-02-10 12:28:04   MEREŞ - Endamê Komîsyona Lêkolîn û Erdhejê yê Meclisê Alî Kenanoglû yê HDP’î ku li Elbistanê tev li lêkolînan bû wiha got: “Me mehek berê ji 6 wezîran re 200 pirs pirsîn. Me ji wan re got ‘We çi li pêşniyarên ku pisporan dayîn kirin?’ Lê tenê yek du wezaretan bersiv da.”   Parlamenterên HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî û Alî Kenanoglû ku bi rojan e li navçeya Elbistan a Mereşê ku navenda erdheja duyemîn e lêkolîn kirin û li ser xebatên lêgerîn-rizgarkirinê, pirsgirêkên ku gel dijî û rewşa giştî axivîn.   ‘BI SEDAN MIROVÊN KU DIKARÎBÛN BÊN XELASKIRIN JIYANA XWE JI DEST DAN’   Tiryakî yê HDP’î diyar kir ku li navçeyê xebatên xelaskirin û rizgarkirinê tune ne û anî ziman ku ji 10 avahiyên hilweşiyayî tenê mudaxileyî yekê hatiye kirin. Tîryakî diyar kir ku tîm çûne ser kavilan û 10 deqeyan guhdarî kirine, heke deng neyê çûne cihekî din û got: “Dewletê di mijara rizgarkirina mirovan de erka xwe pêk neanî û ev yek jî bû sedemê mirina gelek mirovan rizgar bike. Bi sedan mirovên ku dikarîbûn bên xelaskirin jiyana xwe ji dest dan. Niha pêdivîya me bi xwarin, kinc û madeyên paqijîyê tune ye. Bi sedan, bi hezaran TIR hatin vê derê. Piştî ku ev mijara alîkariyê hinekî kêm bû, divê em di nava 15 rojan de ji nû ve bidin destpêkirin.”   ‘DEWLET TÊK ÇÛ’   Tîryakî diyar kir ku ji bo mirov jiyana xwe ya rojane bidomînin pêwîstî bi lezgînî bi konan heye û got: “Ev ne cara yekem e ku li vî welatî karesatek pêk tê, lê ev cara yekem e ku ev qas rêxistin û rêveberiyeke nebaş heye. Hêvîdarim ev pirsgirêk di demeke kin de çareser bibin, lê eger çareser nebin, divê em bangeke navneteweyî bikin û pirsgirêka kon çareser bikin. Em bi zêdeyî 2 hezar dilxwazan re dixebitin. Dîsa bi dehan sazî û rêxistinên sivîl ên civakî hewl didin tevkariyê bikin. Divê dersek ji vir bê derxistin. Li her derê parlamenterên me hene û em di her merheleyê de tevlî xebatan dibin. Me dît ku; yên hilweşiyan ne bajar in siyaset û dewlet bi xwe ne.”   ‘LI VIR DEWLET NÎNE’   Endamê Komîsyona Lêkolîn û Erdhejê yê Meclisê Alî Kenanoglû yê HDP’î jî diyar kir ku 2 roj in li Elbistanê ne, li her derê geriyan e lê dewlet nedîtine. Kenanoglû bi lêv kir ku kes ji derewên televizyonan bawer nakin her kes baş dizane ku dewlet tune ye û wiha got: “Duh cara ewil alîkarî gihişt vê derê lê ne dewletê gel kir. Malzemeyên cil û paqijiyê temam bûn lê ava vexwarinê û tuwalet nînin. Liv ir pirsgirêkên tenduristiyê dest pê kirin. Mirov di bin sifirê de 15 dereceyan li derve dimînin, derfet nîne ku demekî dirêj li vir bimînin. Pirsgirêka cihên lê mayînê heye ev yek wê rê li ber nexweşiyan veke. Ji sedî 70 Elbistanê tune bû û pirsgirêka cihê lê mayînê yê mirovan gelek zêde ye. Em îro çûn AFAD'ê, lê me dît ku rêxistinbûyîna dewletê ji rêxistinbûyîna dilxwazan ne cudatir e. Heta me xwest hinek kamyonên ku ji me re hatin bidin wan, lê qebûl nekirin.”   ‘MIROV NIKARIN CENAZEYÊN XWE VEŞÊRIN’   Kenanoglû da zanîn ku li Elbistanê çend kes di binê kavilan de mane û çend kes mirine agahî nîne û wiha berdewam kir: “Li her derê cenaze hene, lê nikarin bên veşartin. Dozger wê bê û otopsiyê bike, lê kes nizane dozger wê kengî were û otopsiyê bike. Pirsgirêka gel a definkirina xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dane heye. Bêyî ku dozger wan bibîne destûr nayê dayin ku bên veşartin. Em di nava bêrûmetiyeke bi vî rengî de têdikoşin. Li vê derê karesateke mezin rû da. Kes nikare bêje li vir dewletek heye. Li Mereşê mirov derdikevin pêşiya me û serî radikin; ji ber ku zarokên wan di binê kavilan de mirin e û gel jî bi tundî bertekê nîşanî dewletê didin. Dibêjin dewleta mezin, derfetên dewletê mezin in, lê van derfetan ji bo gel bi kar naînin.”   ‘BERSIVA PIRSÊN ME NEDAN’   Kenanoglû, yê têkildarî Komîsyona Lêkolîn û Erdhejê ya Meclisê axivî, ev tişt gotin: “Di komîsyonê de pisporê ku me guhdar kir nema. Me mehek berê ji 6 wezîran re 200 pirs pirsîn. Me ji wan re got ‘We çi li pêşniyarên ku pisporan dayîn kirin?’ Lê tenê yek du wezaretan bersiv da. Em niha qala vê nakin, dema ku wext hat em ê hemûyan vebêjin. Qeder e, qismet e bila kes çîrokan venebêje.”   MA / Adnan Bîlen