Ji medyaya hawîz mizgîniya ‘OHAL’ê’ 2023-02-10 13:12:57   ENQERE - Medyaya hawîz sepana OHAL’ê ku duh li Meclisê hatibû erêkirin û ketibû meriyetê di manşetên xwe de weke “Mizgînî” parve kirin.    Di encama erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên Bazarcix a Mereşê de gelek bajar hilweşiyan. Sazî û dezgehên îktîdarê piştî hilweşîna behsa xeberê, mudaxale nekirin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî sepana Rewşa Awarte (OHAL) ragihandibû. Tevî nerazîbûnên muxalefetê jî sepana OHAL’ê duh li Meclisê hate erêkirin û kete meriyetê. Medyaya hawîz ku kavilên erdhejê jinedîtî ve hat, biryara OHAL’ê weke “Mizgînî” parve kir.    JI BO MEXDÛRÊN ERDHEJÊ PÊNASEYA ‘TALANKER’    Ji rojên desptêkê yên erdhejê ve îktîdarê tu alîkarî nedan mexdûrên erdhejê. Li ser vê yekê gel market îstîmlaqkirin. Mexdûrekî erdhejê yê kal dema rondik dibarandin ev trajedî bi van gotinan dianî ziman: “Em neçar kirin ku diziyê bikin.” Rojnameya Hurrriyetê gelê ku di nava tî û birçitiyê de de difetise weke “Talanker” pênase kir û manşeta “Ji bo talankeran mizgîniya OHAL’ê” avêt. Rojnameya Yenî Şafakê jî di surmanşeta xwe de sernavê “Dê bi OHAL’ê li dijî îstîsmarkaran têkoşîn bê kirin” bi kar anî. Rojnameya Mîlliyetê jî di manşeta xwe de got “Bi rayeya OHAL’ê dest li talanê kirin”    MANŞETÊN JI HEMAN DESTÎ: XELK LI CEM DEWŞETÊ YE!    Mexdûrên erdhejê ji kêliyên destpêkê yên erdhejê û şûn de dewlet rexne kirin, gotin ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nayên kirin, alîkarî nayên şandin. Erdhejên ku bi rojane li benda rizgarkirina xizmên xwe yên di bin kavilan de, bi destê xwe dest bi rakirina kavilan kirin. Di demekê ku dewletê gel terkî qedera xwe kirî de Rojnameya Sabehê manşeta “Gelê me li cem dewleta xwe ye” avêt. Rojnameya Akşamê jî bi manşeta “Gelê me û dewletê mil daye milê hev” avêt.    7 EFÛYÊN ÎMARÊ HATIN DERXISTIN: EV E QEDER?   Rojnameya Sozcuyê jî manşeta “Îktîdar ji bo erdhejê dibêje ‘qeder e’ lê: Ma ev e qeder” tercîh kir. Her wiha di nûçeya manşetê de manşeta Sozcuyê ya di 2’yê sibata 2020’an a “Meclisê Teqez Got ku Efûya Îmarê Dernexînin, Îktîdarê Tam 7 Caran Efûya Îmarê Derxist” bi bîr xist.    ‘DI 24 SALAN DE TIŞTEK NEGUHERÎ YE’   Rojnameya Cumhuriyetê jî diyar kir ku di roja 5’emîn a erdhejê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne û ev manşet tercîh kir: “Di 24 Salan de Tiştek Neguherî” Her wiha nûçeya bi sernavê “Îlana OHAL’ê li Meclisê hate qebûlkirin: Ço yê li Dijî Muxalîfan” jî di rûpela yekemîn de dît.    ‘DEWLETA KU NEKARÎ BIDE JIYÎN DI DEFINKIRINÊ DE TUNE YE’    Rojnameya Evrenselê bi manşeta “Bila Yên Ev Plana Qederê Nivîsandin Şerm Bikin” derket û di surmanşetê de jî sernavê “Deleta ku nekarî bide jiyîn di definkirinê de tune ye” avêt.    Rojnameya BîrGunê bi manşeta “Îktîdar ji hev belav bû, gel hev girt” avêt û di rûpelê manşetê di bin sernavê “Bajarên goristan” de bal kişand ser bîlançoyê.    ‘PÊŞENGTIYA PIŞTEVANIYÊ JÎ JIN DIKIN’    Rojnameya Yenî Yaşamê jî di çapa îro de ev manşet tercîh kir: “Mexdûrên Erdhejê Yên di Bin Kavilên Îktîdara AKP-MHP’ê de Man, Piştevaniyeke Mezintir Dixwazin: Bi Dehhezaran Kes di Bin Kavilan de ne, Bi Milyonan Kes di Sermayê de ne, Piştevaniyeke Hîn Mezintir.” Di manşetê de cih dan nûçeya bi sernavê “Pêşengtiya piştevaniyê jî jin dikin.” Têkildarî astengkirina xwegihandina Twîtterê jî b sernavê “Piştî heqaret kirîn medyaya civakî girtin” hate weşandin.