Partiya Komunîst a Îranê: Alîkariya mexdûrên erdhejê peywîreke enternasyonalîst e 2023-02-10 13:48:58   WAN - Partiya Komunîst a Îranê ku diyar kir ku berpirsyarê vê hilweşîna piştî erdhejê pêk hat hikumetên Tirkiyeyê û Sûriyeyê ne û bi lêv kir ku alîkariya mexdûrên erdhejê peywîreke enternasyonalîst e.    Partiya Komunîst a Îranê têkildarî kesên ji erdheja navenda wê Mereş û bando li 10 bajaran kir daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Em ji mexdûrên erdhejê yên li Tirkiye û Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin” hate kirin erdhej weke “Xemgîniyeke giran a ku tu carî ji rûyê erd û dîrokê neyê jêbirin” pênase kir.   Partiya Komunîst a Îranê ku diyar kir ku berpirsyarê vê hilweşîna piştî erdhejê pêk hat hikumetên Tirkiyeyê û Sûriyeyê ne û bi lêv kir ku alîkariya mexdûrên erdhejê ya bi rêya Heyva Sor a Kudistanê peywîra her kes û gelan e. Di dawiya axaftinê de wiha hate gotin: “Em dixwazin destnîşan bikin ku alîkariya me ya ji mexdûrên erdhejê re peywîreke enternasyonalîst e.”