Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê: Çend roj in tiştek nehatiye kirin 2023-02-10 13:54:30   AMED - Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgharkirinê yên li 6 avahiyên hilweşiyayî yên Amedê di roja 5'an de ye. Hê jî bi dehan kes di bin kavilan de ne. Malbatên ku li ber kavilan sekinandî, bertek nîşanî xebatan dan, ji ber ku hêdî tên kırın.    Li Amedê ji ber erdhejên Bazarcixa Mereşê ya di 6'ê Sibatê de çêbû, 7 avahî hilweşiyan. Heya niha ji bin kavilên Navenda Kar a Diyar Galerîayê, ji avahiya Işik, Akar (Hîsamî)Sozel, Yoldaş û Serîn 2 (Cengîzler) 242 cenaze hatine derxistin. Tê texmînkirin ku hê jî cenazeyên 200 kesî di bin kavilan de ne.    REWŞA DAWÎ YA KAVILAN   Tê gotin ku herî kêm 80 kes hê jî di bin kavilên Galerîayê de ne û li vir hejmara xebatkarên AFAD'ê hatiye kêmkirin. Li Apartmana Sozelê jî ji ber kêmbûna amûran xebat hatine hêdî dimeşin. Ji malbatên ku li ber kavilên Apartmana Sozelê, yek jê bi derfetên xwe vîncek kirê kiriye û ew daxilî nava xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kiriye.    Tê texmînkirin ku hê jî 28 kes di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne.    BERTEK   Ji ber ku xebat hêdî tên kirin û kesên tên derxistin nasnameya wan nayê eşkerekirin kesên li ber kavilan bertekê nîşan didin. Jineke ku bertek nîşand a got: "Mirovên me hê jî di bin kavilan de ne. AFAD bila bibêje bê çend kes ji vir derxistine. Li hundir 20 cenazeyên me hene. Ez duh çûm, lê min kesî teşxîs nekir." Jinik ji ber ku bertek nîşan da, polîsan ew ji qadê bi dûr xist.    HEVJÎNA WÎ Û 3 ZAROKÊN WÎ DI BIN KAVILAN DE NE   Vedat Bûlak ku hevjîna wî û 3 zarokên wî di bin kavilan de ne wiha ebrtek nîşand a: "Çend roj in tiştek nehatiye kirin."    Serokwekîla Koma HDP'ê ya berê Çaglar Demîrel jî serdana malbatan kir ku li ber kavilên Apartmana Sozelê li benda derxistina xizmên xwe ne.