Welatiyên tev li seferberiyê bûn: Dê îktîdar jî di bin kavilan de bimîne 2023-02-10 13:55:16   STENBOL - Welatiyên ku piştî seferberiya HDP’ê tev li xebatan bûn bertek nîşanî astengkirina alîkariyan ên îktîdarê dan û wiha gotin: “Tu kes nikare alîkariyên gel şandine asteng bike. Em di wê baweriyê de ne ku dê bi vê erdhejê re îktîdar jî di bin kavilan de bimîne.”    Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li herêmên erdhejê di roja 5’an de berdewam dikin. Mexdûrê erdhejê banga alîkariyê dikin û îktîdar jî xwe li bêdengiyê dide. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran welatiyên serbixwe ji bo alîkarî û piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re seferberî dan destpêkirin. Welatî hem hewl didin kesên di bin kavilan de mane rizgar bikin û hem jî pêdiviyên kesên di sir û seqemê de têkoşîna jiyanê dididin pêşwazî bikin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di vê çarçoveyê di roja ewil a erdhejê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kampanyaya piştevaniyê da destpêkirin û seferberî ragihand. Di çarçoveya kampanyayê de bi sedan TIR’ên alîkariyê kom kirin û ji herêmên erdhejê re şand. Rêxistinên HDP’a Stenbolê jî di vê çarçoveyê de zêdetirî 15 TIR’ên alîkariyê şandin herêmê. Welatiyên ku tev li kampanyayê bûn, tevî astengkirinên îktîdarê jî banga piştevaniyê dikin.    LI DIJÎ ÎKTÎDARÊ PIŞTEVANIYA GEL   Ji welatiyan Serkan Yilmaz got ku ji ber erdhejê pir xemgîn in û wiha got: “Ji bo piştevaniya bi xelkê herêmê re li bajar hemû kes bû yek. Dilê me bi gelê me re ye. Bi roja ye dilê me dişewite. Îktîdara ku 20 sal in li ser peywirê û di her karesatê de ji gel pereyankom dike, îro ji bo gel tu tiştekî nake. Em niha li rêxistina HDP’a Esenyurtê ne. Hemû gel niha piştevaniyê bi rêxistina navçeya me re dikin. Em dixwazin xwe bigihînin her devera Tirkiye û Kurdistanê. Niha ji her derdorên cuda mirov li vir in û hemû derfetên xwe bi kar tînin. Heta niha 4 TIR ji navçeyê hatine şandin. Hêvîdarim ev alîkarî bigihijin gelê me. Em li dijî wê pergala ku nahêlin alîkarî bigihijin gelê me ne. Em ê birînên erdhejê bi hev re bicebirînin. Gelê me bi tenê nîne. Bi rojan e di bin kavilan de ne. Vê îktîdarê gel terkî mirinê kir. Tu kes nikare pêşî li ber alîkariyên gel bigire. Em di wê baweriyê de ne ku dê îktîdar bi vê erdhejê re di bin kavilan de bimîne.”    ‘TEKANE TIŞTA ÎKTÎDAR DIKE OHAL E’    Huseyîn Akbaş jî xemgîniya xwe anî ziman û wiha got: “Gelek erdhej bi serê gelê me hatin û êşên wan gelek kûr in. Em dixwazin ji vê êşê re bibin bersiv. Gelê me bi ruhê serferberiyê beşdar bû. Ji roja ewil heta niha bi sedan hevalên me bi şev û roj alîkariyê didin. Îktîdar, ji bo xwe nahêle gel xwedî li hev derkeve. Lewma jî OHAL ragihandin.”    ‘KURDISTAN WÊRAN BÛYE’    Welatiya bi navê Îpek Çakan jî destnîşan kir ku alîkariyên HDP’ê tên astengkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Canê me diêşe. Ya ku ji destê me tê em ê bikin. Nahêlin ku alîkariyên me bigihijin ber destê gel. Em ji bo wan têdikoşin. Hawar û qêrînên wan tên guhê me û em nikarin li malên xwe bisekinin. Her tim vê pergala qirêjî li kurdan ferz dikin. Dest, ling, serê zarokan di bin kavilan de xuya dikin. Tu alîkarî neçûne wê derê. Bila wan ji bin wan kavilan derxînin. Îro her devera Kurdistanê wêran bûye. Em li vê derê alîkariyên tên dikin paket û kolî. Hêvîdarim ev alîkarî bigihijin wan. Banga min ji bo tevahiya gel ew e ku bi destê hev bigirin û tişta ku ji destê wan tê bikin.”