Li Galeriayê wêneyê xebata AFAD’ê! 2023-02-10 14:20:48   AMED - Li Diyar Galeria ya Amedê ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lê hêdî bûne, kete ber objektîfan ku endamekî tîma AFAD’a bi hejmareke kêm a xebatkaran dixebite, destên xwe dane pişt xwe û wan temaşe dike.    Li Diyar Galeria ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê ku heta niha 116 kes ji binê kavilan hatin derxistin, xebat hatin hêdîkirin. Li Diyar Galeria ku li bajêr herî zêde kesan lê jiyana xwe ji dest da û tê texmînkirin ku hêj 80 kes di nava kavilan de mane, hejmareke kêm ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê hene. Li qada kavilan ku hejmara kesên ji tîma AFAD’ê tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên profestyonel bûne hatine kêmkirin, xebatên tîmên agirkujiyê yên tên meşandin, yek ji tîmên AFAD’ê destên xwe dane pişt xwe û bi polîsên tîmên taybet re qadê temaşe dike.