Gelê Amedê hem birînên xwe hem jî yên cinarên xwe dicebirîne 2023-02-10 14:21:26 AMED - GUNTÎAD ku ji roja ewil a erdhejê heta niha ji bo alîkariyê di nava liv û tevgerê de ye, ragihand ku heya pêdivî pê hebe dê alîkariyê bidomîne.    Her diçe bîlançoya erdhejên Mereşê ku bandor li Dîlok, Semsûr, Meletî, Riha, Amed, Hatay, Osmaniye, Edene û Kilîsê jî kir, zêde dibe. Heya niha bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye û bi deh hezaran kes birîndar bûne. Ji bo mexdûrên erdhejê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jî welatî, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî seferber bûne. Komeleya Tekstîl Pîşesazî û Karsazan a Başûrrojhilat (GUNTİAD) ku navenda wê li Amedê ye, ji roja ewil heta niha gelek alîkarî şandine ji bo mexdûrên erdhejê yên li Amed, Semsûr, Meletî, Mereş û Hatayê.   '10 HEZAR KES BI CIH KIRIN’   Serokê GUNTÎAD’ê Sezaî Ayas dest nîşan kir ku ji roja ewil heta niha ji bo alikariyê di nava tevgerê de ne. Ayas da zanîn ku gelek kargeh û febrîqeyên li Qada Tekstîl Pîşesaziyê daxilî nava vê alikariyê bûmne û ev tişt gotın: “Ji roja erdhejê ya ewil heta niha em bi şev ü bi roj, 24 saet in bi tevahî hevalên xwe ve li vir in. Di febrîqeyên me de mexdûrên erdhejê hene û em jî li cem wan in. Niha li Qada Tekstîl Pîşesaziyê 30 heb febrîqe vekirî ne. Me ji roja ewil ya erdhejê heta niha nêzikî 10 hezar kes bi cih kirine. Hem ji bo ewlehiyê hem jî ji bo xwarin û vexwarinê me ew di febrîqeyan de kirin mêvan. Ji duh ve jî em ji bilî Amedê alikariyê dişînin bajarên din jî. Duh 20 wesayît bi rê ketin. 3 heb TIR, 17 heb jî qamyonet me şandin Semsûr, Mereş û Hatayê. Qamyonet hem piçûk e û hem jî dikare bigihîje hemû cihan, lê tir nikare biçe her derî. Ji ber vê yekê jî me bi qamyonetan alikariyên xwe. Îro jî nêzî 11 heb wesayîtên me bi rê ketine û hêj em bar dikin. Heta ji destê me tê em alikariya mexdûrên erdhejê dikin.”   ’30 WESAYÎT Û 60 XEBATKAR DI XIZMETA GEL DE NE’   Ayas di dawiyê de ev tişt ragihandin: “Em bi Odeya Bazirganî û Pişesazî ya Amedê (DTSO) re dixebitin. Em, ji bo gel gelek pêdiviyan dişînin. Ji xeynî mama û potikên zarokan, em rojê 10-12 hezar nan ji gelê Amedê re dişînin. Heta pêdivî hebe em ê alikariyê berdewam bikin. Niha nêzî 30 heb wesayîtên me hene û nêzî 60 heb jî endam û karkerên GUNTÎAD’ê hene û ji bo alikariyan bigihînin gel di nava tevgerê de ne. Hemû rêxistinên civakî yên sivîl di vî karî de baldar in. Bi dilekî germ û bi xwestek alikariya me dikin. Heta ji destê me bê em ê vê alîkariyê bidomînin."