'Ji bo alîkariyan bila deriyên sînor ên Sûriye û Rojava bên vekirin’ 2023-02-10 15:11:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di encama erdhejê de li bajarên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 3 hezar û 800 kesan. Endamê Komîsyona YE’yê Janez Lenarcic xwest ku ji bo alîkariyê hemû deriyên sînor bên vekirin.    Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li bajarên Sûriye û Rojava berdewam in. Heta niha li Sûriye û Rojava zêdetirî 3 hezar û 800 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dayîn 200 jê zarok in.    900 AVAHÎ HILWEŞIYAN    Ji ber erdhejokên piştî erdhejê, zêdetirî 900 avahî hilweşiyan û xesar gihişt zêdetirî 2 hezar avahiyan. Zêdetirî 7 hezar mirov bêmal man. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên bi tevlibûna tîmên ji Tunus û Venezuelayê hatine destpêkirin didomin û ji Rûsya, Iraq, Lubnan, Cezayîr, Iraq, Bahreyn, Misir û Mîrnîşînê Yekbûyî yên Ereb (MYE) jî alîkarî tên şandin.    Ji endamê Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE) ku ji rêvebirina krîzê, parastin sivîlan û alîkariyên mirovî berpirsyar Janez Lenarcic, ji bo alîkarî bi awayekî bandor bigihijin Sûriyeyê, ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) xwest ku hemû noqteyên derbasbûnê yên li ser sînoran veke. Lenarcic, bertek nîşanî KENY’yê da ku ji bo alîkariyên mirovî yên navneteweyî derbasî Sûriyeyê bibin tenê destûrê dide noqteyeke derbaskirinê û wiha got: “Heke hemû noqteyên deriyên sînor ji hatin û çûnê bên vekirin, dê alîkariya bi gelê herêmê re gelek hêsantir bibe.”    Çendek roj berê rayedarên NY’yê ragihandibûn ku ji ber xesarên çêbûyîn, di derbaskirina alîkariyan ser Tirkiyeyê bo Sûriyeyê de zehmetî tên kişandin.