Serokê DÎSÎAD'ê: Divê Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin 2023-02-10 15:31:47   AMED- Serokê DÎSÎAD'ê Nûrûllah Edemen, ji bo alîkarî bigihê Sûriyeyê ku zirar ji erdhejê girtiye, xwest Deriyê Sînor a Nisêbînê.    Serokê Desteya Rêvebir a Komeleya Pîşesaz û Karsazên Amedê (DÎSÎAD) Nûrllah Emen, bang kir ku ji bo alîkarî bigihên Sûriyeyê ya bandor ji erdhejên Bazarcixa Mereşê bandor girtiye, Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin. Emen têkildarî mijarê bi nivîskî daxuyaniyek belav kir. Emen di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku erdhejên li BAzarcix û Mereşê li Sûriyeyê bûne cihê karesatên mezin û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane.    Emen di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku li Sûriyeyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin û got ku erdhejê li cînarê wan Sûriyeyê bûye sedema karesateke pir mezin û ev karesat sekte li jiyana li Sûriyeyê xistiye. Emen got: "Di pêvajoyeke wiha zor û zehmet de alîkariyeke baş nagihê gelê Sûriyeyê. Agahî tên ku li wir mirov di bin kavilan de ne. Bi taybetî ji bo ku birîndar li welatê me bên dermankirin û alîkariya mirovî bigihê gelê Sûriyeyê demildest divê Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin."   Emen xwest Deriyê Sînor ê Xabûrê jî bê vekirin û korîdora alîakriya mirovî bê çêkirin.