3 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Çelê hatin veşartin 2023-02-10 15:32:13   COLEMÊRG - Cenazeyên 3 kesên di erdheja çêbûyî de li Meletiyê jiyana xwe ji dest dan li navçeya Çelê hatin veşartin.    Cenazeyên welatiyên bi navê Mucahît Tûnç, Kasim û Halîme yên li ser nifûsa navçeya Çelê ya Colemêrgê qeydkirine di erdheja çêbûyî de li Meletiyê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê welatiyan li bajarê wan hate veşartin. Cenazeyên îro serê sibê anîn navçeyê, piştî pêkanîna wecîbeyên olî ji aliyê bi sedan kesan ve li goristana navçeyê hatin veşartin.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Tûnç ewilî hevjîn û zarokê xwe yê di bin kavilan de man xelas kirin. Tûnç ê pişt re hewl da dayik û bavê xwe yên di bin kavil de xelas bike, bi hilweşîna kavil bin hezazê de ma û jiyana xwe ji dest da.