Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Apartmana Işikê hatin bidawîkirin 2023-02-10 15:58:12   AMED - Şevê din ji bin kavilê Apartmana Işikê cenazeyên 10 kesên ji malbatên Yilmaz û Kiliç hatin derxistin û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin bidawîkirin.    Apartmana Işik a li Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezan a Amedê di erdhejê de hilweşiya bû. Şevê din cenazeyên 10 kesên ji malbatên Yilmaz û Kiliç hatin derxistin. Bi derxistina cenazeyan re xebatên lêgerîn-rizgarkirinê jî hatin bidawîkirin. Cenaze şevê din saet di navbera 18.00-21.00’an de hatin derxistin. Cenaze rakirin morgên nexweşxaneyên bajar.    Hat îdiakirin ku di bin kavilê apartmanê de tu kes nema ye û xebat hatin bidawîkirin. Li cihê kavilan xebatên paqijkirinê hatin destpêkirin. Heta niha cenazeyên 42 kesan hatin derxistin û 19 kes jî bi birîndarî hatin derxistin.