Li Licê ku bandor ji erdhejê girt, cihêkariya qeymeqam! 2023-02-10 16:04:40   AMED - Li Licê ji ber erdhejê zirar gihîştiye gelek avahiyan. Qeymeqamê navçeyê ku li gundê Çemê Elîka alîkarî belav kir, ji ber sedemên polîtîk alîkarî nedaye du malbatan.    Li gundên Licêya Amedê yên bandor ji erdheja Mereşê girtine, welatî nikarin têkevin xaniyên xwe yên xesardîtî. Ji gundên xaniyên wan xesar dîtine yek jê jî Çemê Elîka ye. Li Çemê Elîka ku 36 avahî xesar dîtine, zabitnameya der barê van avahiyên xesardîtî hat amadekirin. Di dîmenan de ku bi telefonê hatine girtin, tê dîtin ku derzên mezin li dîwaran ketine û hat diyarkirin ku Qeymeqam Mûhammed Evlîce ku çûye gund, ji ber sedemên polîtîk alîkarî nedaye du malbatan.    ALÎKARÎ NEDA DU MALBATAN   Ji şêniyên gund Nûrhan Onkol ku bi telefonê xwe gihand ajansa me got: "Li gundê me gelek avahî ji ber erdhejê xesar dîtin. Ger erdhejeke wekî ya ewil çêbibe, dê xaniyên li vir hemû hilweşin. Her wiha ekîb du roj şûn de ji bo tespîtkirina xisarê hatin gund. Zabitane çêkirin. Duh jî qeymeqam hat gund, lê pir li ser nesekinî. Xesara li vir xesaerek mezin e. Qeymeqam alîakriya gundiyan kir, lê ji ber sedemên polîtîk alîkariya du apên min nekir. Pêdiviya me bi alîkariya wan tune ye, lê di rewşên wiha de nêzîkatiyên bi vî rengî anyên qebûlkirin. Lîsteya alîkariyê ji aliyê fermandarê qereqolê ve hatiye amadekirin û li gor vê alîkariyê belav dike. Alîkarî nedan Arîf Onkol û Ekrem Onkol."    Hat ragihandin ku ji ber erdhejokan li gund kes nakeve xaniyan û konên ku qeymeqamtiyê gotiye dê bişîne jî hê nehatine. Hat diyarkirin ku şêniyên gundê Çemê Elîka, Kanîspî û Xerabeyê û mezrikên wan li benda konan û zexîre ne.