Dilxwazê AFAD'ê: Divê bajar jinûve vê avakirin 2023-02-10 16:43:32   DÎLOK - Dilxwazê AFAD'ê C.T. destnîşan kir ku li bajêr avahiyên saxlem nemane û got: "Divê bajar bi temamî bê xerakirin û jinûve bê avakirin."    Li navçeya Nûrdaxiyê ya Dîlokê ku bandoreke mezin ji erdhejê girtiye, xebatên lêgerîn û rizgarkirin û rakirina kavilan didome. Pirnaiya bajêr serobino bûye û avahiyên li ser pêyan jî ketine halekî wisa ku êdî nayên bikaranîn. Li taxên Yavûz Selîm, Bahçelîevler û Aslanliyê xebatên lêgerîn û rizgarkirin û li taxên Yenî û Fatîhê jî xebatên rakirina kavilan didomin. Dilxwazê AFAD'ê C.T. ku ji bo di nava xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de cih bigire ji Stenbolê hatiye bajêr, destnîşan kir ku karesaeteke pir mezin li bajêr çêbûye.    C.T. got: "Min nizanibû ku bajar ew qas xesar dîtiye. Gava ez hatim ez şoq bûm. Divê bajar bi temamî bê xerakirin û jinûve bê avakiri Tu avahî nayên bikaranîn. Mirov dê ji niha û pê ve çawa jiyana xwe bidomînin, ez nizanim."    ‘DIBÊJIN DI AVAHIYÊN XESARDÎTÎ DE BIMÎNIN'   Turkan Aslan ku di erdhejê de xaniyê wê xesar dîtiye û axurê wê jhilweşiyaye, tevî 5 zarokên xwe û çêlek û kûçikên xwe li ber xwe dide. Aslanê diyar kir ku hê jî kon ji wan re nehatine û got: "Kes alîkariya me nake. Çend roj derbas bûne, hê jî konên me tune ne. Ji bo konan ez çûm AFAD û qeymeqamtiyê. Gotin, 'xaniyê we pir xesar nedîtiye, herin li wir bimînin.' Ma ez ê çawa bimînim. Çêlekên min, heywanên min hene. Ez ê çawa dest ji wan berdim û herim. Ma ew jî ne can in? Ev çito dewlet e? Kon nedan me. Em pere an jî tiştekî din ji wan naxwazin. Ez konekî ji bo xwe û zarokên xwe dixwazim."    MA / Berîvan Kûtlû