‘Bila hemû girtiyên li herêma erdhejê bên berdan’ 2023-02-10 16:51:24   WAN - Hevserokê Şaxa TUHAY-DER a Wanê Adil Koçak got ku têkildarî girtîgehên li herêmên erdhejê fikarên wan pir zêde ne û xwest ku hemû girtiyên li van herêman bên berdan.    Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê têkildarî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Turkoglû ya Mereşê û Girtîgeha Meletiyê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn. Hevserokê TUHAY-DER’ê Adil Koçak da zanîn ku ji roja ewil a erdhejê heta niha têkildarî rewşa girtiyan gelek serlêdan kirine û wiha got: “Malbatên girtiyan li hêlekî li dijî karesatê têdikoşin û li hêla din fikarên wan ên pir mezin hene. Her wiha nûçeyên li ser medyaya civakî tên belavkirin jî fikarên malbatên me hîn zêdetir kirin. Di serî de girtîgehên Turkoglû û Girtîgeha Meletiyê, ji gelek girtîgehan agahiyên pir fikaredar tên. Bi taybet jî dîmenên têkildarî Girtîgeha Meletiyê ku li ser çapemeniyê hatin belavkirin, di tevahiya raya giştî de rê li ber fikaran vekir. Malbatan da zanîn ku li Girtîgeha Turkoglûyê 3 girtî birîndar bûne. Her wiha bi hezaran girtî hene ku li herêma erdhejê nînin lê malbatên wan li wê herêmê ne. Em dixwazin ku wezareta berpirsyar tavilê di vê mijarê de berpirsyariya xwe bi cih bîne.”    'DIVÊ GIRTIYÊN LI HERÊMA ERDHEJÊ BÊN BERDAN’    Koçak, daxwazên xwe yên têkildarî girtiyan wiha rêz kir:    "*Divê di çarçoveya mafê jiyanê de hemû girtiyên li herêma erdhejê tavilê bên berdan.    * Ji ber ku erdhej li ser hev çêdibin, divê girtiyên li girtîgehên herêma erdhejê her roj bi malbatên xwe re bidîmen biaxivin.    *Her wiha divê girtiyên ku ne li herêmên erdhejê lê malbatên wan li wê derê, bêyî ku sînorekê wê hebe bikarin her roj bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.    * Divê têkildarî îdiayên kuştî û birîndarên tê gotin li Girtîgeha Meletiyê çêbûne, tavilê raya giştî bê agahdarkirin.    * Tê îdiakirin ku xesareke mezin gihiştiye Girtîgeha Turkoglû û divê têkildarî vê mijarê agahiyên şênber bên parvekirin.    Di serî de pêşniyarên li jor hatine nivîsandin, hewceye Wezareta Dadê tevahiya tevdîran bigire û di vê pêvajoyê de hesasiyetên girtî û malbatan esas bigire. Di vê çarçoveyê de em bang li Wezareta Dadê û saziya peywendîdar dikin ku li berpirsyariya xwe rabin.”