Bi TIR'an tabût sewqî Hatayê tên kirin 2023-02-10 16:58:25     HATAY - Ber bi Hatayê ve ku bûye kavil, bi TIR'an tabût tên sewqkirin.    Li Hatayê ku ji ber erdhejên li Dîlok û Mereşê bûye kavil, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Heya niha cenazeyên bi sedan kesan ji bin kavilan hatine derxistin û tê texmînkirin ku hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne.    Cenazeyên ku ji bin kavilan hatine derxistin li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin. Her wiha gelek cenaze jî li betaniyan hatine pêçandin û bi komî tên veşartin.   Hat dîtin ku bi TIR'an ber bi bajêr ve tabût hatin sewqkirin.    MA / Berîvan Kûtlû