Me ji Midûrê Tenduristiya Meletiyê pirsa dermanan kir wî bersiva konan da! 2023-02-10 16:58:52   MELETÎ - Li Meletiyê ji bo birîndarên erdhejê ku li nexweşxaneyan in derman nayên peydakirin. Midûrê Tenduristiyê yê Meletiyê Erhan Berk îdia kir ku tenduristî di bin kontrolê de ye û got: “Em nikarin konan bişînin gundan.”    Hejmar û bîlançoya qurbanî û birîndarên erdhejê her ku diçe zêde û giran dibe. Nexweşxaneyên li herêmên erdhejê têr nakin. Pirsgirêka derman û kelûpelên tenduristiyê jî derketiye holê û didome.    PIRSGIRÊKA DERMANAN    Em çûn Navenda Tibê ya Tûrgût Ozal û Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Meletiyê û zehmetiyên ku mexdûrên erdhejê pê re rûbirû mane, pir eşkere xwe radixe ber çavan. Bijîşkek li Serwîsa Lezgîn a Navenda Tibê ya Turgut Ozal da zanîn ku pirsgirêka herî zêde derman in û ji berk u dermanên KOAH’ê nîn in gelek mexdûrên erdhejê jiyana xwe ji dest didin.    Li ber nexweşxaneyan nexweş û birîndar dikevin dorê û demên dirêj di dorê de dimînin Hema bêje li hundir û derveyî nexweşxaneyê tu derzî biavêjî nakeve erdê û cih nemaye. Bijîşk û xebatkarên nexweşaneyê dibêjin ku pêvajoya erdhejê paş nayê birêvebirin.    PIRS: DERMAN, BERISV: KON   Ji bo em derbarê xizmeta tenduristiyê ya giştî li Meletiyê de agahî bigirin, li Midûrê Tenduristiya Bajêr ê Meletiyê Erhan Berk geriyan û îdia kir ku rewşa tenduristiyê ya li bajêr di bin kontrola wan de ye. Me pirsa ku “di warê dermanan de tengasî heye” ji Midûrê Tenduristiyê pirsî û lê balkêş bû ku Erhan Berk bersiva, “Em nikarin konan bişînin gundan” da.     MA / Firat Can Arslan