6 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê hatin veşartin 2023-02-10 19:48:37   ŞIRNEX - Cenazeyên 6 kesên ku li herêmên cuda yên erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li bajarên wan hatin veşartin.    Navenda wê Mereş bi pileya 7.6 û 7.7  li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhej bandor li gelek deveran kir û di encama erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û her ku diçe ev hejmar zêde dibe. Cenazeyên welatiyên ji Şirnexê û navçeyên wê ku di erdheja Meletî, navçeya Îskenderûn û Antakyayê yên Hatayê û Mereşê de jiyana xwe ji dest dan anîn cihê ku jê dayik bûn veşartin.   Li navçeya Îskenderûn ya Hatayê bav Serhat Temîzer û kurê wî Emîr Temîzer ku di erdhêjê de bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan li Goristana Asrî ya Navçeya Cizîr ya Şirnexê hatin veşartin.    Li Mereşê jî Yûsûf Bîlîk û Îbrahîm Bîlîk ku xwendekarên zanîngehê bûn di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê wan îro li goristana gundê Kizilsû yê girêdayî Şirnexê li cem hev hatin veşartin.   Li Meletiyê avahîsaz Nazan Tûşak ku di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da li navçeya Silopiyayê hate veşartin.    Cenazeyê Meryem Deger a ku li Antakyayê di bin kavilan de mayî û jiyana xwe ji dest dayî li Goristana Asrî ya Cizîrê hatin veşartin.