Kesên li Balyanê bi saxî ji kavilan derketin yên mayî rizgar kirin 2023-02-10 20:05:32   SEMSÛR - Li Balyan a Semsûrê di encama erdhejê de 72 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku tîmên lêgerîn-rizgarkirinê nehatin bajarokê, şêniyên karîn xwe ji bin kavilan xelas bikin bi derfetên xwe dest bi xebatan kirin û hewl didin yên mayî xelas bikin. Welatiyan got: “AFAD 2-3 roj piştre hat. Hinek kon dan û çû.” Li bajarokê Balyan ê Semsûrê ku ji ber erdhejê hilweşiya, gel bi derfetên xwe hewl dide kavilan rake. Bajarok ji 6 taxan pêk tê, nifûsa wê hezar û 700 kes û ji 280 avahiyan 260 jê hilweşiyan. Li bajarokê heta niha 72 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji ber ku rêyên gundê Çatdereyê girtî ne, heta niha tu kesî nekariye xwe bigihînê. HEWCEHIYA KONAN HEYE Welatiyên navenda Balyanê û gundê Karaçaliyê gotin ku piştî erdhejê tu kes ji bo xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatine. Ji şêniyên gund Kureyş Taşkaynatan diyar kir ku tevahiya bajarokê rûxiyaye û wiha got: “Piştî erdhejê, kesên sax mayî hewl dan yên di bin kavilan de derxînin. Li rex bajarokê me şantiyeyek heye. Kemçeyên ji wê şantiyeye hatin mudaxaleya ewil kirin û me mirov ji bin kavilan derxistin. Hinek kesên din bi alîkariyê hatin lê heta ew hatin, me gundiyan hemû kes derxistibûn. Tu tiştekî me nema ye. Ez jî nizanim bê ka çend xizmên min mirine.  Em şaş bûne. Hinek malbat bi temamî tune bûn. Ji hinek malbatan nîvî jê mirin. Yên mirîn ji xwe mirin lê yên mayî divê em bi destê wan bigirin da ku xwe li ser pêyan bigirin. Pêdiviya mexdûrên erdhejê bi konan heye. Banga piştevaniyê dikim.” ‘AFAD NEHAT VÊ DERÊ’ Welatiyê bi navê Kazim Buyukkutlu jî got ku mirov di bin kavilan de ma ne û hemû rê hatine girtin. Buyukkutlu wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me nekarî xwe bigihînin taxên din. Heke bikariyan xwe zûtir bigihanda wan, ewqas kes nedimirin. Gundiyan hewl dan mirovan ji bin kavilan derxînin. Yên ku ji bin kavilan hatin derxistin, hewl dan yên mayî rizgar bikin. AFAD qet nehate vê derê. Li gel avahiyan, gov jî rûxiyan. Li gelemperiya bajarokê nêzî 2 hezar dewar û hezar pez mirin.” LI HER KONEKÊ DU MALBAT BI CIH BÛN Abuzer Taşkaynatan ku hewl dida genimê xwe yê di bin kavilan de kom bike, dibêje ku malbata wî ya ji 6 kesan pêk tê bi awayekî rasthatî rizgar bûye. Taşkaynatan, diyar kir ku di erdheja ewil de xesareke mezin gihişt avahiya wan û di ya duyemîn de jî hilweşiyaye. Taşkaynatan, wiha domand: “Alavên alîkariya însanî tên lê bo me mal lazimin. Em li derve ne, ma heke alav bên em ê danîn ku derê? Li her konekê du malbat tên bicihkirin. Ma dê bi têrî kê bike?” DI VÎ HEWAYÊ SAR DE MIROV LI DERVE NE Kemal Taşkaynatan got ku ji her deverê bo wan alîkarî tên, hewa pir sar e û mirov li derve dimînin. Taşkaynatan, destnîşan kir ku xesareke mezin gihiştiye mala wan ku nema dikarin tê de bijîn û da zanîn ku hewcehiya wan bi konana heye. Taşkaynatan, dema qala kêliyên erdhejê dike çavên wî tije rondik dibin û wiha dibêje: “Dema erdhej çêbûy, em li malê bûn. Gelek mirov mirin. Gelek mirov xeniqîn. Di bin xerabeyên malan de bênefes man. Pir dereng mudaxele kirin. AFAD, 2-3 roj piştre hat. Hinek kon dan û çû.” SAZIYÊN FERMÎ NEHATIN Welatiyê bi navê Alî Taşkaynatan got ku di dema erdhejê de li Mêrsînê bû û ev tişt anî ziman: “Malbata min li vê derê bû. Dayika min, bavê min, birayên min, zarokên wî. Ji malbateke ji 6 kesan pêk dihat tenê yek jê bi saxî derket. Ji malên din jî gelek xizmên min jiyana xwe ji dest dan. Taxa Karaçaliyê bi temamî tune bû. Ji Mêrsînê hatim, tev li xebatên lêgerînê bûm. Ji saziyên fermî tu kes nehat.” MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal