Endamên Kaldiraçê yên ji bo herêma erdhejê dixebitiyan hatin derbkirin 2023-02-10 20:11:33   STENBOL - Endamên Kaldariçê li Navenda Koordînasyonê ya Armutluyê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin .Kaldiraçê, bi daxuyaniyekê bertek nîşan da û wiha got: “Em li hemberî van êriş û gefan pir şaş û bihêrs in.” Kaldiraçê di 7’ê sibatê de bi tevlibûna şêniyên taxê, şoreşger, karkerên înşaetê, xebatkarên tenduristiyê û xwarinpêjan Navenda Koordînasyona Armutluyê ava kiribû. Ji roja ewil a erdhejê heta niha alîkariyê didin mexdûrên erdhejê. Navenda Koordînasyonê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku dema şevê din xebatên xwe didomandin, polîsên Şaxa TEM’ê bi hinceta GBT’ê endamên wan dayîne sekinandin û derb kirine. DERB Û GEFXWARIN Koordînasyonê  da zanîn ku polîsên Şaxa TEM’ê bi hinceta GBT’ê li endamên wan xistine û gefa “Heke hûn sibe qadê neterikînin em ê we li vir bidin windakirin ku kesek êdî we nebîne.’ li endamên me xwarin. Ev gef li me tevan hatiye kirin. Ji her tiştekî bi serê me û hevalên me tê, şaxa TEM’ê û dewlet berpirsyar e. Em pir bihêrs in ku dewlet êrişî qadên piştevaniyê dike. Dewleta ku ewqas ji xwe xelas ku nedikariya betaniyek û konekî bide mexdûrên erdhejê, îro êrişî qadên piştevaniyê dike.”