‘Dilxwazên AFAD’ê hatin Semsûrê lê li benda fermanê ne! 2023-02-10 20:48:41 SEMSÛR - Li navçeya Serê Golan a Semsûrê kavilên avahiyan hêj mîna roja ewil li şûna xwe disekinin. Duh, tîmên lêgerîn-rizgarkirinê ku ji xwe re dibêjin “Dilxwazên AFAD’ê” hatin navçeyê lê gotin “Heta ferman neyê, em nikarin bixebitin.” Navçeyê Serê Golan ê Semsûrê di erdhejê de xesareke mezin dît. Komên lêgerîn-rizgarkirinê piştî ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) rewşa navçeyê kir rojev hatin navçeyê. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên navçeyê hatin destpêkirin lê li gorî agahiyan pir kêm in. Hat zanîn ku gelemperiya tîmên hatine şandin kesên “Dilxwazên AFAD’ê” ne ku pêşmalk lê hatine kirin û ji komên neperwerdekirî pêk tê. ‘DILXWAZÊN AFAD’Ê’ LI BENDA FERMANÊ NE! Welatiyekî got ku bi tîmên navborî re hevdîtin kiriye û ji wî re gotine; “Em bi dilxwazî hatine vê derê. Li benda fermanê ne. Heta ku ferman neyê jî em nikarin tiştekî bikin.” Welatî bertek nîşan da û wiha got: “Ma mirov di rewşeke wiha de çawa li benda fermanê disekine?” TÎM DUH HATIN, HEJMAR TÊR NEKIR Welatiyê bi navê Ekrem Terzî ku di erdhejê de 5 xizmên xwe winda kirine wiha got: “Rewşa li Serê Golan pir xetere ye. Ji nîviya navçeyê bêhtir rûxiya. Di erdheja ewil de ji sê paran yek jê çû. Di edheja duyemîn de jî ji sê paran 2 jê çû. Ya mayî jî ev der e. Hemû kes ev der terk kir, yên mayî jî piranî di bin kavilan de ne. AKUT (AFAD) duh piştî nîvro hat. Kemçe û dozer tune ne. Em lê digerin û hewl didin rizgar bikin. Ji malbata min 5 kesan wefat kir. Min duh ew bi destê xwe xistin gorê.” Terzî, diyar kir ku xebatên li ser kavilan hene lê pir kêm in û wiha bi dawî kir: “Heta niha cenazeyê nêzî 500 kesan hatin derxistin. Me cenazeyên xwe birin morgê. Tevek jî li erdê bûn. Cih tune bû. Alîkarî hat lê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir kêm in.” MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin