Tevahiya nexweşxaneyên Edeneyê bi mirî û birîndran tije bûne 2023-02-10 21:07:26     EDENE  - Xebatkarekî tenduristiyê da zanîn ku tevahiya nexweşxaneyên navend û navçeyên Edeneyê bi mirî û birîndaran tije bûne.    Li gorî daneyên dawî, hejmara kesên erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn 19 hezar û 388 derbas kir. Gelemperiya birîndarên Hatay, Mereş û Osmaniyeyê sewqî Edeneyê tên kirin. Xebatkarekî tenduristiyê ku nexwest navê xwe bide, da zanîn ku tevahiya nexweşxaneyên navçe û navenda Edeneyê bi mirî û birîndaran tije bûne. Xebatkarê tenduristiyê bi domdarî ev tişt anî ziman: “Qata morg lê ye niha bi cenazeyan tije bûye û cih tune ye. Cenaze li erdê li cem hev hatine rêzkirin. Li hemû nexweşxaneyan jî heman rewş heye. Unîteya 3’yemîn a Nexweşaneya Dewletê ya Seyhan a Edeneyê veguherandin unîteya travmaya zarokan. Birîndar li servîsên travma û ortopediyê radizên. Mixabin gelemperiya kesên ji kavilan hatine rizgarkirin, jiyana xwe ji dest dan.”    Her wiha ji ber kar û barên definkirinê, li goristanên Edeneyê jî doreke zêde heye.    MA/ Hamdûllah Yagiz Kesen